Bîlgen: Prompterê jî xwe li ber gotinên Erdogan negirt

img
ENQERE – Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, gotinên Erdogan yên duh li Amedê kirin bi zimanekî tuj rexne kir û wiha got: “Prompterê jî xwe li ber gotinên Erdogan ranegirt. Ratiyên dîrokê serobin dike. Her tiştî berovajî dike." 
 
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li navenad giştî ya partiya xwe HDP'ê civîneke çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand. Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen diyar kir ku ji 28'ê Nîsanê û vir ve di operasyonên li dijî HDP'ê de 136 kes hatine binçavkirin û 14 kes hatine girtin. Bîlgen bal kişand ser hatina Erdogan a Amedê û got, "Rastî berevajî kir û bi vî rengî axivî. Hilbijartin sala 2015'an hate kirin, lê Serokkomar got, 'Dengên ji HDP'ê re hatin dayin kir ku gewî/bitir bibin û HDP'ê gel daxist kolanan'. Ne pêkane ku yek bi dengê sala 2015'an rabe mirovan sala 2014'an daxîne kolanan. Teknolojiyeke bi vî rengî hê neafiriye." 
 
ROJEVA SEREKE KRÎZA ABORÎ YE LÊ HIKUMET VEDIŞÊRE
 
Bilgen, destnîşan kir ku yek ji rojevên serek krîza aborî ye, lê hikûmet ji bo vê yekê neke rojev ser wê bi micarên ji rastiyê dûr bincil dike û wiha got: "Em raqamên rastîn ên aboriyê ji hesabê twîtterê yên îngîlîzî fêr dibin. rakama enflasyonê wekî 12.15 hatin aşkerekirin. Enflasyona rastîn bêtir bilind e. 
 
Bilgen, bal kişand ser gotinên Erdogan ên Amedê jî û wiha berdewam kir: "Dibêje ku me li Amedê 'kûleya saetê' xera kirine. Halbûkî li Amedê kûleya saetê nîne. Amedî hemû bi vê rastiyê zanin, lê xuya ye yên ku li wê qadê ew pêşwazî kirin tu ji wan ji Amedê ye, lewma her kesî li ber van gotinên wî jê re li çepikan xist."
 
Bîlgen diyar kir ku rojeva bingehîn a vê hilbijartinê ewe ku HDP'ê li binê bendê bilênin e û wiha dewam kir: "Hem benda ji sedî 10'an ranake, hem jî hewl dide HDP'ê di binê bendê de bihêle û bi vî rengî serketina xwe rabihîne. Bêguman ev yek pirsgirêkeke exlaqa siyasî ye. Dengdêr kê biecibîne wê dengê xwe bide wê partiyê. Eger bend tenê li dijî HDP'ê nayê rakirin û tevî vê yekê bi her awayî zext û zordarî li HDP'ê tê kirin, hingî dengdêrên deng didin AKP'ê jî dikarin vê rewşê binirxînin. Serokkomar îdîa kir ku pirsgirêka Kurd qediya ye. Bi îdîa û soza çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rê ket, lê bêyî ku tiştekî bike niha radibe dibêje 'pirsgirêka Kurd qediya ye'. Ev yek mikurhatina li têkçûna desthilatdariyê ye. Di ser çalakiyên Kobanê re gefê li partiya me û namzetê me Demîrtaş dixwe... Me 11 caran pêşniyar kir ku ji bo lêkolînkirina bûyerên Kobanê li Meclîsê komîsyon were avakirin. Lê pêşniyara me her carê bi dengên AKP'ê hate redkirin. Hûn naxwazin bê lêkolîn, naxwazin rastî eşkere bibin û radibin partiya me dikin hedef.
 
Em mirina kesî qebûl nakin. Em dixwazin hemû kiryar bên dîtin. Lê hinek radibin cihêkariyê dixin navbera mirina mirovan. Di gilînameya me hemûyan de tespîteke zelal heye. Der barê mirina 5-6 kesî de dadgerî li ser kar e. Lê ne li ser wezîfedarên emniyetê yên li Çewligê mirin, ne jî li ser endamên partiya me yên mirin, dadgerî tiştekî nake. Ev yek bi xwe jî nîşan dide bê di kîjan astê de operasyoneke xapandinê heye."
 
ERDOGAN LI GIRTİGEHÊ CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ PÊK TÎNE
 
Em dixwazin namzetê me yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş serbest bê berdan. Piştî van daxwazên me milê hikûmetê daxuyanî da. Xuya dike ku pir ji ziyareta Birêz Demirtaş bêzar bûne. Di rastiyê de nikare di nava şert û mercên wekhev de bi Demîrtaş re têkeve pêşirgê. Li gorî mafê wî yê zagonî divê wekî namzetên din di şertên wekhev de xebata hilbijartinê bike. Diçe li Pinarhisarê civîna çapemeniyê pêk tîne. Raste rast partiya me dike hedef. 
 
Endamên Lijneya Sindoqan di venêrtina polîsan re derbas dibin. Raste rast dixwazin vîna hilbijêr aşkere bikin. Ji ber vê yekê em xebat û lêgerîna Platforma Hilbijartinê ya Adil bi qîmet dibînin.