Temellî: Dev ji şer berdin û bi edebê xwe biçin

img
RIHA – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Siwêregê bi gel re hat gel hev û got: “Yên ku pirsgirêka kurd çareser nekirin hemû li sergoyê çopê ne. Dor hat AKP’ê hemin te jî çareser nekir, lê hûn ê jî biçin sergoyê çopê. Dev ji polîtîkaya xwe ya şer berdin û bi edebê xwe biçin.” 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû navçeya Siwêregê ya Rihayê û bi gel re kom bû. Temellî û namzetên Rihayê bi karwanê wesayîtan çûn Siwêregê û bi wesayîtan li navçeyê geriyan û gel silav kirin. Ji heft saliyan heta heftê saliyan, ji karkerên biçûk bigire heta kal û pîrên li ber deriyan rûniştibûn û her wiha ji hilbijêrên CHP bigire heta hilbijêrên Partiya Îyî û partiyên din konvoya HDP’ê silav kirin. 
 
Girseya qelebalix a li Qada Cumhuriyetê ya Siwêregê Temellî û namzetan bi coşek mezin pêşwazî kirin. Ewil Namzetê HDP’ê yê Rihayê Nimettullah Erdogmuş axivî. Pişt re Temellî xîtabî gel kir û ev tişt got: 
 
Diçin ku dibêjin dema vê û dema wê ye. Ez bêjim ne dema tu tiştekî ye. Dem dema çûyîna we ye. We ji bilî şer û kuştinê tu tiştek neda gel. Halbukî gel ji bo aştiyê her tiştî qebûl kir û her cure zilm lê hat kirin. We jî li dijî projeya aştiyê, plana têkbirinê derxist û we her tiştî belav kir. Lê hûnê di bin plana xwe de bifetisin. Em ê di 24’ê Hezîranê de we bi wan planên we yên gemarî bişînin ser sergoyê dîrokê.” 
 
‘BI 5’Ê NÎSANÊ TECRÎD DEST PÊ KIR’ 
 
Beriya 3 salan di 5’ê hezîranê li Amedê di mitînga partiya me de teqînek pêk anîn. Me wê rojê 5 canê xwe ji dest dan. Komkujiya 5’ê hezîranê berê di 11’ê nîsana 2015’an de li Giyadînê amade kiribûn û dest pê kir. Di 5’ê nîsanê de jî dest bi tecrîda li ser birêz Ocalan kirin. Dizanin kî van komkujiyan dike, lê dengê xwe nakin. Li ber çavê wan ewqas mirov hatin qetilkirin.
 
‘EM Ê SERÎ LI DIJÎ GEFÊN WE NATEWÎNIN’ 
 
Wek bûyera Pirsûsê, di 10’ê cotmehê bi heman hovîtiyê li Enqereyê jî bi dehan canên me ku7ştin. Dişopînin û lê tiştek ji wan nakin. Pişt re jî Cizîr, Sûr, Nisêbîn û gelek deverên din. Li dijî kurdan tu demê polîtîkaya xapandina wan xelas nebû. Niha jî bi heman siyasetê derdikevin pêşberî me. Radibin refernadûma Kurdîstana Iraqê tehdît dike. Tu kî tehdît dikî. Em ne ew mirov in ku ji gefên we bitirsin û serî bitewînin. 
 
‘TEKANE PARASTINA AXÊ AŞTÎ YE’ 
 
Pişt re bi çeteyên DAIŞ’ê re dikevin Efrînê. Mirovan ji malê wan dikin û koçber dikin. Niha bi deh hezaran Efrînî di bin şertên zor de ne. Em dibêjin Efrîn a Efrîniyan e. Parastina yekîtî û hevgirtina axê bi aştiyê ve girêdayî ne. 
 
‘HÛN DEREWKAR IN Û BÊRÛ NE’ 
 
Tenê 3 tiştên wan hene. Nelirêtîi dizî û feqîrî. Ji bilî vê tu tiştekî din nakin. Ez du tiştên din jî datînim kêleka van 3 tiştan. Derew û bêrûtî. Hûn derewkar in û bêrû ne. Hemû kesên digotin em ê pirsgirêka kurd çareser bikin, çûn ser sergoyê dîrokê. Niha jî dora AKP’ê ye. Hemin hûn pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din çareser nakin, lê hûnê parçe û belav bibin. Kes nikare we xelas bike. Dev ji zilma li ser gel berdin. Dest ji dijminiyê berdin. Dest ji polîtîkaya şer berdin û hûn diçin bi edeba xwe biçin.” 
 
‘WEZÎR E LÊ ÊRÎŞÎ ROJNAMEGERAN DIKE’ 
 
Wezîrek çandiniyê yê ji van deran e heye. Ev wezîrek çawa yê sewlkariyê û çandiniyê ye. Ev çawa Rihayî ne. Çandiniyê û sewalkariyê mirandiye. Êrîşî rojnamegeran dike. Ji wî û wan re xeberan dide. Ev ehlaqek çawa ye. Yên li Riha xebera bi me dike û êrîşî me dike dengek me ji wan re nîne. Hûn viya baş bizanibin. Bila razemeniyên baş ji bo Rihayê bikin, çandiniya vir têra hemû Tirkiyeyê dike. Hêj GAP xelas nebûye. Hêj pirsgirêka avdaniyê xelas nebûye. Çareseriya hemû pirsgirêkan bi HDP’ê pêkan e.” 
 
Temellî piştî axaftinê tev li vekirina buroya hilbijartinê ya Siwêregê bû. Ji vir jî derbasî Wêranşarê bû.