Ozturk: Êdî kurd baweriya xwe bi AKP’ê nînin

img
AMED – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bertek nîşanî gotina “Raboriya min jî kurd e” ya Serokwezîr Bînalî Yildirim ku ji colemêrgiyan deng xwest da û got: “Êdî kurdên ku berê bawerî bi AKP’ê dianîn jî niha tu bersivê nadin van gotinan.” 
 
Serokwezîr Bînalî Yildirim duh çû Colemêrgê û bi gotinên mîna “Raboriya min jî kurd e” dengan ji colemêrgiyan xwest. Yildirim îdia kir ku wan di serdema xwe de dawî li polîtîkaya asîmilasyonê û tune hesibandina kurdan anîne. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk bersiv da gotinên Yildirim. 
 
Berdan diyar kir ku AKP ji hilbijartinê heta hilbijartinê kurdan tîne bîra xwe û bi bîr xist ku Bînalî Yildirim li Colemêrgê xwe dike kurd û Erdogan jî li Amedê dibêje “Pirsgirêka kurd tune ye.” 
 
‘ÊDÎ KURD BAWERIYÊ BI AKP’Ê NÎNE' 
 
Ozturk anî ziman ku kes tev li mitînga Yildirim nebûye û got: “Erdogan li Amedê cuda diaxive û Bînalî Yildirim li Colemêrgê cuda diaxive. Ev nakokiya di navbera wan de ye. Heta pirsgirêk neyên çareserkirin dê Tirkiye her tim têk biçe. Êdî gotinên wan ên mîna ‘ez kurd im û xweşik û birayên min ên kurd’ feyde nake û kes baweriyê pê nayen. Êdî kurdên ku berê bawerî bi AKP’ê dianîn jî niha tu bersivê nadin van gotinan. Hemû kirinên li dijî kurdan li ber çavan e û wan li holê ye. Li dijî çand û nirxên kurdan dijminiyê dikin. AKP durûtiyê dike. Êdî li Tirkiyeyê pirsgirêka Erdogan û AKP’ê heye. Divê ku Tirkiye ji vê rewşê rizgar bibe.”