Polîsan xaza îsotê avêt ser HDP'îyan

img
KONYA - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelli, li navçeya Kula ya Konyayê bi gel re hat cem hev. Temellî, dema li ber avahiya partiyê xîtabî gel dikir, polîsan bi xaza îsotê muxadaleyî HDP'îyan kir û xaz avêt rûyê wan. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di çarçoveya xebata hilbijartinê de hat navçeya Kula ya Konyayê û bi gel re hat cem hev. Temellî ewil navçeya Kula ya ku kurt lê zêde ne ziaret kir. Gelê Kula bi karwanek ji dehan maşîne pêk dihat Temellî û heyeta HDP'ê pêşwazî kir. Karwanê ewil li nava bajar tûr avêtin. Temelli piştî tûr avêt hat ber avahiya HDP'ê xîtabî gel kir. Dema Temellî xîtabî gel dikir, polisan bi xaza îsotan êrîşî girsêkir. Ji ber girse zêde bû rê hat girtin û polîsan xwest bi zorê rê vala bike. Dema polîsan mudaxale kir nihaq û rageşî derket. Piştî niqaşan polîsan xaza îsotê avêt girsê. 
Temellî anî ziman ku êdî dema îktîdarê derbas bûye û xwest her kes dengê xwe bidin HDP’ê. Temelî piştî axaftinê derbasî navçeya Cihanbeylî bû. 
 
Temellî dê li Konyayê jî beşdarî xwarina fitaran bibe.