Namzetê HDP'ê Pekoz: Ger hûn rojên aram dixwazin bêjin HDP

img
 
EDENE - Namzetê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz diyar kir ku HDP dengê hemû gelên Tirkiye yên bindest e û wiha got: "Ger hûn siberojek xweş, geş û aram dixwazin dengê xwe bidin HDP’ê."  
 
Namzetê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, demek dirêj e di nava siyasa kurd de cih digire. Pekoz, di nava sazumankariya HADEP'ê ya di 2003'an de ji aliyê Dadgehê ve hat girtin de cih girt. Ji wê demê heta niha bi awayekî çalak di nava siyaseta kurd de cih digire. Niha hêj di nava siyaseta kurd de cih digire û li Edeneyê bû Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê. Pekoz, der barê namzetiya xwe û siyaseta Tirkiye de nirxandinên girîng ji Ajansa Mezopotamya (MA) re kir. 
Pekoz, diyar kir ku îro HDP bûye partiya kesên nasnameya wan û vîna wan hatiye tunekirin û bûye partiya gelên bindest a Tirkiye. Pekoz, da zanîn ku HDP'ê hemû nasname, reng, ziman, baweriyên cuda ku vîna wan hatiye înkarkirin li hev kom kirine û partiya demokrasiya rasteqîn e. Pekoz, anî ziman ku tu pirsgirêkê HDP’ê yê bendê tune û wiha got: “Em di pêvajoyek pir dijwar re derbas dibin. Her çend pirsgirêka partiya me ya bendê tune be jî ji bo me di bin bendê de bihêlin serî li hemû rê û rêbazên listikan didin. Lê dê nikaribin bi ser bikevin. Ew naxwazin dengê gel li meclîsê bibind bibe. Lê tevî hemû astengiyan gelê me dê dengê xwe bibe meclîsê." 
 
‘GER ÎKTÎDAR NEYÊ GUHERTIN ROJÊN TARÎ ME DIPÊN'
 
Pekoz, destnîşan kir ku ger îktîdara AKP'ê û hevkarên wê dîsa li ser îktîdarê bimîne û neyê guhertin dê rojên hêj dijwartir gelê Tirkiye pêşwazî bike û wiha berdewam kir: "Ger AKP bi ser bikeve, xizanî, betalî, şer û tundî dê zêretir bibe. Dê kuştin û binpêkirina mafan zêdetir bibe. Lê ger ku HDP bi ser bikeve dê dê aramî, aştî, demokrasî, wekhevî û edalet pêş bikeve. Her kes dê karibe azad bifikire û azad xwe îfade bike. Ger hûn dengê xwe bidin HDP'ê aramî û aştî dê xurt bibe. Ger hûn aştî, aramî û edaletê dixwazin wê demê divê hûn dengê xwe bidin HDP'ê. Ger ku hûn dixwazin vîna we û dengê we biçe meclîsê divê hûn HDP’ê bişînin meclîsê. Ger ku hûn ji vê rêveçûnê re dibêjin bes e, divê hûn her kesî dawetî HDP’ê bikin ku dengê xwe bidin HDP'ê. 
 
EM DÊ BIBIN DENGÊ GELAN
 
Pekoz, da zanîn ku ew dê hemû pirsgirêkên heyî bibin meclîsê û li meclîsê li çareseriyê bigerin û dê li meclîsê bibin dengê gelan.