Temellî: Em ê destpêkê pirsgirêka Erdogan çareser bikin

img
MUGLA - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Mîlasê axivî û got: “Tifaqa AKP û MHP’ê dê li hev bixin. Êdî dema rûxandina bendê hatiye. Pirsgirêka dest pê kê em çareser bikin, dê pirsgirêka Erdogan be.”
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di vekirina buroya hilbijartina navçeya Mîlas a Muglayê de axivî û bal kişand ser geşedanên dawî. Temellî, bi bîr xist ku li derveyî Tirkiyê û Bakur dengdanê dest pê kiriye û bang kir ku hemû kes dengê xwe bide HDP’ê. Temellî, bal kişand ser polîtîkayên AKP-Erdogan ên berî pêvajoya 7’ê Hezîranê û wiha got: “Niha dîsa bi heman rêbazî derdikevin pêşberî me. Dema ku fêhm kirin dê nikaribin HDP’ê di bin bendê de bihêlin, niha jî dest bi propagandeyên şer dikin.
 
‘EM Ê PÊŞÎ PIRSGIRÊKA ERDOGAN ÇARESER BIKIN’
 
Temellî, gotina Erdogan ku gotibû, ‘Meseleya Kurd tine’’ bi bîrxist û wiha got: “Ji bo ku meseleya Kurd heye meseleya demokrasiyê, bêkarû xizaniyê jî heye. Meseleya Kurd kaxeza tûrnûsolê ye. Heta ku meseleya Kurd neyê çareserkirin li vî welatî tiştek nayê çareserkirin. Hemû meseleyên vî welatî bi hev ve girêdayî ne.  Dema ku Demîrtaş ê ezîz bû Serokkomar em ê qesrê vala bikin û pirsgirêka herî mezin a vî welatî em ê çareser bikin. Ev jî pirsgirêka Erdogan e. Pirsgirêka pêşî ya ku em ê çareser bikin pirsgirêka Erdogan e.’’
 
‘TIFAQA CUMHUR BI HEV DIKEVE’
 
Temellî, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo di hilbijartinê de bi ser bikevin. Tifaq avakirin. Ev tifaq 24 saeten bi ser me de tê. Niha jî ketine qirika hev. Hingî hînî pevçûnê bûne. Bêyî ku bidizin nikarin vehewin. Çawa ku çav berdan 80 wekîlên HDP’ê niha jî çav berdana wekîlên hev. Em ê ne tenê 80 wekîlan, emê 180 wekîlan bişînin meclîsê. 
 
‘JI BO KU HDP BENDÊ DERBAS NEKE SEFERBER BÛNE’
 
Temellî, di dewama axafitina xwe de wiha got: “Hemû saziyên dewletê ji bo ku nehêlin HDP bendê derbas bike seferber bûne. Ji trafîkê bigirin ta bi têkoşîna dij terorê hemû rabûne ser piyan. Derd û kulê wan ew e ku HDP siyaasetê neke, xuya neke. Hemû walî propagandaya AKP’ê dikin, li navçe û gundan digerin gefê li gel dixwin.’’
 
'’EM Ê HEMÛ BIBIN MUŞAHÎT’
 
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bal kişande ser girîngiya xwedîderketina li sendoqan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “’Ji niha û şûn de em ê hemû bibin muşahit. Em ê tenê dengên xwe nedin. Em ê li aqûbeta wê jî bipirsin. Zarok demokrasî û aştiyê dixwazin. Divê em li siberoja zarokên xwe xwedî derkevin. Ji bo demokrasiyê dengek ji bo Demîrtaş, dengek ji bo HDP’ê. Ez bang li hevreyên me yên derveyî welat jî dikim. Dengdanê dest pê kir. Wan dest pê kir, em ê temam bikin. Biçin ser sendoqan û dengê xwe bidin. Dengê we pir biqîmet e. Bi we em ê li Kocaelî, Aydin û Manîsayê wekîlan derxînin. Nebêjin dengek qîmetê wê nîn e, biçin dengê xwe bidin.”