Îpekyuz: Dê têkoşîna me ya ji bo demokrasiyê bidome

img
ÊLIH - Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Dr. Necdet Îpekyuz got: "Em kesên ku alaya demokrasiyê dewr girtin, çawa ku duh em têkoşiyan, em ê îro jî vê têkoşînê bidomîn in." 
 
HDP'ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Êlihê 4 parlementer şandin meclîsê. Yek ji van kesan jî Dr. Necdet Îpekyuz e. Îpekyuz encamên hilbijartinê nirxandin û got: "Karê me hîn nû dest pê dike. Me alaya têkoşîna ji bo demokrasiyê dewr girt." 
 
'TEVÎ HEMÛ ÇEWISANDINAN JÎ ME BEDN DERBAS KIR' 
 
Îpekyuz spasiya gelê Êlihê kir û got: "Tevî hemû çewisandinan jî me bend derbas kir û encama ku me bi dest xist girîng e." 
 
 
Îpekyuz bal kişand ser girîngiya dengan û got: "Em ê hemû dengên ku ji bo çi gel daye me analîz bikin û li gor wê kêmasiyên xwe bibînin û bixebitin. Beriya hilbijartinê li Êlihê di hevdîtinên me yên bi gel re de, me dît ku gel bêtir bal dikişîne ser betaliyê û rewşa aborî. Her wiha gelê Êlihê, gelê kurd beriya her tiştî dixwaze dawî li şidetê bê û aştî pêk bê. Dixwazin pêşeroja zarokên wan ewle be. Bi dengê ku ji me re hatin, gel dixwaze derdor yanî xweza jî bê parastin."
 
Îpekyuz anî ziman ku ew ê ji bo tiştên ku di dema pêvajoya hilbijartinê li ser navê HDP'ê anîne ziman bixebitin. 
 
'DÊ TÊKOŞÎNA ME YA JI BO DEMOKRASIYÊ BIDOME' 
 
Îpekyuz bal kişand ser mudaxileya polîsan a li ser gel ku dema welatiyan xwestoye hilbijartinê pîroz bike û got: "Dema em li Desteya Bilind a Hilbijartinê bûn, gel li hlêekê sindoq diparastin li hêlekê jî pîrozbahî dest pê kirin. Lê belê polîsan mudaxileyî wan kir. Em ê bi hev re bibînin bê ka ev îktîdar dê çi bîne. Em kesên ku alaya demokrasiyê dewr girtine, çawa ku duh em têkoşiyan em ê îro jî vê têkoşînê bidomînin."