Parlamenterê HDP'ê Baş: Dê hêza kolanê bandorê li ser meclîsê bike

img
STENBOL - Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erkan Baş, diyar kir ku encama ji sindoqê derket nîşan dide ku muxalefet dikare li ber xwe bide û bandorê li ser meclîsê bike. Baş, anî ziman ku di pêvajoya hilbijartinê de hêz û enerjiyek derket holê û nîşan da ku hêza kolanê dikare bandorê li ser meclîsê bike. 
 
Di hilbijartina 24'ê Heziranê de Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) bû partiya 3'emîn. Têkildarî encama hilbijartinê Parlamenterê HDP'ê Erkan Baş, nirxandin kirin û diyar kir ku hilbijartin bê edalet pêk hatiye. Baş, da zanîn ku hem di şertê OHAL'ê de pêk hatiye û hem jî iktîdarê hemû derfetên dewletê ji bo xwe bikar anîye. 
 
‘DERBASKIRINA HDP'Ê YA BENDÊ SERKEFTIN E'
 
Baş, da zanîn ku îktîdarê di hilbijartinê de gelek lîstik li pêş wan danîn û HDP'ê hemû lîstik derbas kirin û bend derbas kir û ji ber vê yekê derbaskirina HDP'ê ya bendê serkeftinek e. Baş, da zanîn ku dema li encama hilbijartinê dinerin dibînin ku AKP têk diçe û wiha got: "Dengê AKP'ê ji sedî 48'an daketiye ji sedî 40'an. Tifaqa AKP û MHP'ê têkçûna AKP'ê ye. Ji ber ku AKP xwînê winda dike û ji bo xwe li ser piyan bihêle bi MHP'ê re îtîfaq çêkir. MHP'ê piştî hilbijartinê daxuyanî da û diyar kir ku dê erka venêrtin û hevsengiyê bi rêve bibe. Ev bi wate ye. Ev nîşan dide ku dê êrîşên AKP'ê yên li dijî kurdan û hêzên muxalif zêde bibe. 
 
HILBIJARTINÊ NÎŞAN DA KU MUXALEFET DIKARE LI BER XWE BIDE 
 
Baş, destnîşan kir ku vê hilbijartinê nîşan da ku hêza muxalefetê heye û muxalefet dikare li kolanan li ber xwe bide. Baş, da zanîn ku di pêvajoya hilbijartinê de derket holê ku li kolanan hêz û kelecanek heye û ev hêz û potansiyela ku li kolanan çalak e dikare piştî hilbijartinê jî li ber xwe bide. Baş, bilêv kir ku li Tirkiye hêzek çalak û xurt heye û ev hêza çalak û xurt di milê siyasî, fikrî û siyasî de jî xwedî hêz e  û dê kolan çalaktir bibin.
 
Baş, gefa Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan xwar jî rexne kir û wiha got: "Divê tenê mirov vê mijarê bi Soylu û Persîn Sînordar neke. Li vir nêzîkatiya remzê heye. Soylu, Agar, Çiller û Tayyip Erdogan rûnerê rejîma dewletê ne. Di şexsê Pervin Buldan de jî gelê kurd û gelê muxalif kirine hedef. Mijar ne tenê di navbera du kesan de ye. Mijar di navbera du aliyan de ye. Yek jê milê dewletê ye  û yek jî milê hêza muxalefetê de ye.