Bi KHK'ya dawî OHAL mayinde û bi bondar dikin

img
ENQERE - Serokwezîr Binali Yıldırım, diyar kir ku dê sibê KHK’ya dawî biweşînin. Îktîdar jî dixwaze bi vê KHK ya dawî OHAL'ê bêtir bi bondar bike û bike mayinde. 
 
Piştî gelek Biryarnameyên Di Hukmê Kanûnê de (KHK) hatin weşandin, dê sibê di çarçoveya OHAL'ê de KHK ya dawî bê weşandin. Serokwezîr Binali Yildirim ku erka wî bi dawî bûye li masaya edîtor a AA daxuyanî da û diyar kir ku dê sibê KHK ya dawî biweşînin û wiha got: "Em dê sibê KHK'ya dawî biweşînin. Dema OHAL bê rakirin, ji bo têkoşîna li dijî terorê nekeve nava zafiyetê dê guhertinên pêwist bên kirin." 
 
Bi vê yekê armanc dike ku bi KHK'ya dawî OHAL'ê bêtir bi bandor û mayinde bikin. Her çend OHAL bê rakirin jî dê ev biryarên bûne zagon êdî dê ji rewşa OHAL'ê dijwartir û xirttir bin. Li aliyekî hikûmeta ku soza OHAL'ê rake dabû pêk tîne, lê her çend navê OHAL'ê bê guhertin jî zagonên ku têkevin meriyetê dê ji pîvanên OHAL'ê girantir bin. Bi KHK'ya dawî dixwaze OHAL'ê mayinde û bêtir bi bandor bikin. Hemû maf û azadiyên ku bi OHAL'ê hatin bi sînorkirin dê bi vê KHK'ya dawî bêtir bi sînor bibin. Dê dîsa rêya darazê jî li pêş van mafan bên girtin. Di pêvajoya OHAL'ê de nêzî 30 KHK hatin weşandin. Gelek zagonên ku mafên azadiyê bi sînor dikin hatin îlankirin.