Farisogullari: Ji bo hûnandina xeta têkoşînê emê berpirsiyartiyê bigrin ser xwe

img
AMED - Parlamenterê HDP’ê Musa Farîsogullarî, diyar kir ku HDP’ê li dijî pergala nû, rolê mûxalifeta sereke girtiye ser xwe û got: “Emê berpirsiyartiya xwe ya berfirehkirina eniya demokratîk û hûnandina xeta têkoşînê bi cih bînin.” 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Musa Farîsogullari, pergala tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pêşnûmeya qanûna “Daîmî kirina OHAL’ê” nirxand û wiha axivî: “Bi pergala OHAL’ê re dixwazin, pergala tecrîtê ya li Îmraliyê mîna kirasekê li civakê bikin. Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, li qadan tim behsa rakirina OHAL’ê kir. Lê piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê, bi avakirina Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê re, yekemîn karê kir daîmî kirina OHAL’ê bû.” 
 
‘WELAT BER BI DEWLETA QANÛNÎ VE DIÇE’
 
Farîsogullarî, anî ziman ku AKP’ê tim pesnê xwe bi rakirina OHAL’ê da û wiha got: “Lê vê carê jî OHAL daîmî kir. Derbarê OHAL’ê de heya niha kesekê biryar dida, lê ji vîr û şûn de dê walî qeymeqamên dewletê biryarê bidin. Bi pergala nû re, welat bû dewleta qanûnî. Ev yek jî d faşîzmeke pir dijwar bi xwe re bîne. Dixwazin faşîzmê civakî û bi sazîbikin.” 
 
‘DIXWAZIN PERGALA ÎMRALIYÊ LI CIVAKÊ BIKIN’
 
Farisogullarî, bal kişand ser pergala tecrîta girankirî ya  li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û wiha bilêv kir: “Birêz Ocalan ne kesek bi tenê ye. Ew civakekê îfade dike. Di sê salên dawî de li Îmraliyê  polîtîkayên tecrîtek berfireh û pir kûr tên birêvekirin. Hewl didin bi pergala nû re, pergala Îmraliyê li hemû qadên jiyanê yên civakê belav bikin. Heya pergala tecrîta li ser Birêz Ocalan neyê rakirin, dê hewl bidin perala OHAL û tecrîta li Îmraliyê weke kirasekê li civakê jî bikin. Ev pergal dê pirsgirêkan mezintir û zêdetir bike.”
 
‘EM Ê XWETA XWE YA TÊKOŞÎNÊ AVABIKIN’
 
Farısogullari, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “HDP’ê li dijî pergala nû, rolê mûxalifeta sereke girtiye ser xwe. Îfadeya şênber a civaka Tirkiyeyê HDP’e ye. Tişta dikeve ser milê me, berpirsiyartiya xwe ya berfirehkirina eniya demokratîk û hûnandina xeta têkoşînê bi cih anîne. Emê li dijî faşîzma li Tikiryeyê dixwazin mezin bikin xeta xwe ya têkoşînê ava bikin.”