Dê HDP pêşengiya ‘eniya antî faşîst’ bike

img

ENQERE – Nîqaşên li ser nexşerêya dema nû ya HDP’ê berdewam dike. Di civîna ku 2 rojên didome de avakirina “eniya antî faşîst” a li dijî şert û mercên Rewşa Awarte ku saziyên wê hatine avakirin û kombûna muxalefeta civakî ya li vê eniyê hat nîqaşkirin. 

Di civîna Partiya Meclisa HDP’ê ya ku 2 rojên didome de avakirina “eniya antî faşîst” a li dijî şert û mercên Rewşa Awarte ku saziyên wê hatine avakirin hat nîqaşkirin. Di civînê de rê û rêbazên kombûna muxalefeta civakî ya li vê eniyê û hat nirxandin û bi awayekî şênber plansaziyên vê yekê hatin kirin. 
 
Di vê çarçoveyê de HDP pêvajoya pêşiya me dê bi ‘rihê seferberiyê’ pêşwazî bike û li rê û rebazên ku hemû beşên civakê li hemberî ‘rejîma otorîter’ di bin sîwana “eniya antî faşîst” de kom bike, bigere. Di xebatên yasayî yên meclisê de jî dê xeteke mûxalefetê ya di vê çarçoveyê de esas bê girtin. Di civînê de li ser mezinkirina eniya demokrasiyê û xurtkirina hîmê Yekitiya Neteweyî ya Kurd nîqaş hatin kirin.
 
HILBIJARTINÊN HERÊMÎ
 
Di civînê de mijareke din a sereke hilbijartinên herêmî bûn. Di civînê de bi awayekî berfireh hilbijartinên herêmî hatin nirxandin.  Biryar hat dayîn ku li deverên HDP dengê xwe kêm kiriye xebatên taybet bên kirin û ji bo hilbijartinên herêmî ji niha ve amadekariyên berfireh bên destpêkirin. Di vê çarçoveyê de peşniyarên ku di hilbijartinên herêmî de li dijî desthilatdariyê tifaqeke berfireh a demokrasiyê ku dînamîkên herêmî jî têde cih bigin hatin kirin. 
 
Her wiha di civînê de tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtina parlamenter û siyasetmedaran jî hat rojevê. Dîsa ji bo têkoşîna li dijî binpêkirinên mafên girtiyan hin pêşniyar hatin kirin û hatin xwestin di vê mijarê de bi awayekî lez û bez xebat bên destpêkirin. 
 
PEYWIRDAKIRINÊN NÛ
 
Di civînê de valabûna Desteya Rêveberiya Navendî ya ji ber piraniya endamên wê wek parlamenter hatin hilbijartin û xurtkirina hin desteya jî hat nirxandin. Li gorî vê yekê ji bo peywirdarkirinên nû yên Desteya Rêveberiya Navendî nîqaşên şênber hatin kirin. 
 
Piştî civîna Meclisa Partiyê dê di saetên êverê de civîna Desteya Rêveberiya Navendî bê lidarxistin û hemû sernavên ku hatine nîqaşkirin dê careke din bên nirxandin û biryar bên dayîn. Bi vê yekê re dê HDP dakeve qadê û bi plansaziyên şênber stratejiya dema nû diyar bike. Dê sibê bi daxuyaniyekê encamên her du civînan bên parvekirin. 
 
MA / Hayrî Demîr