Oluç ê HDP'î: Soylu kesê ku bavê wî yê axa berpirsiyarê windayên salên 90’î ye

img
 
ENQERE – Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya der barê Dayiken Şemiyê de anî ziman, wiha got: “Bavê Soylu yê axa ew kesê ku berpirsiyarên windayên salên 90’an e. Kesên ku wê demê mirov winda kirin, îro şirîkê îktîdarê ne. Soylu ji bo ser sûcê xwe bincil bike hesas tev digere. 
 
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, li avahiya xwe geşedanên dawî û helwesta Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya der barê Dayikên Aştiyê de anîbû ziman nirxand. Oluç, êrîşa polîsan a di hefteya 700’emîn çalakiya Dayikên Şemiyê de li dijî dayikan pêk anîn şermezar kir û wiha got: "Dayikên Şemiyê 23 salin li pey şopa windayan in. Ji bo edaletê li vê qadê çalakiyê pêk tînin. Dayik di hefteya 700’an re rastî tundiyek pir hişk hatin. Windakirina di bin çavan de şerma herî mezin e. Ne tiştekî nû ye. Ev rewşa windakirina mirovan di salên 90’an de derdikevin pêşberî me. Bi sedan mirovên ku navê wan nehatine zanîn hatine windakirin. Dayik 669 hefte ne çalakiya xwe pêk tînin. Dê di hefteya 700’emîn de bi fermana Soylu êrîş pêk hat. 
 
Oluç, bal kişand ser wêneyê Emine Ocak ku rastî tundiya polisan hat û wiha got: "Wêneyê esil ê Dayikên Şemiyê ev wêne ye. Kesê fermana ku Emine Ocak bi vî rengî binçavbikin Suleyman Soylu ye. Ew ne wezîrê karên hundir e. Ew wezîrê îstismarê ye. Îro daxuyanî da û got 'Îstîsmara dayikan' Ev gotinek pir şerm e. Wezîrê Suistimalê wezîrê îstîsmarê ye." 
 
Oluç, wêneyê Serokwezîr û Dayikên Şemiyê yê di sala 2011'an de hatiye kişandin nişan da û wiha got: "Erdogan soz da dayikan. Ji bo ji rojên borî lêborîn bixwazin rûniştin. Erdogan soz da dayika Berfo ku hestiyê kurê wê bibînin. Ey Suleyman Soylu ma ev mirov in terorîst. Ev mirovên ku ji xizmên xwe hez dikin û li xizmên xwe digerin in. Ev mirovên bi rûmet in. Ma tu çawa gotina îstîsmarê layiqî van mirovan dibîne. Piçekî şerm bikin. Ji bo windayên salên 90’î bê dîtin û lêkolînkirin meclîsê komîsyon ava kiriye û raporek fireh amade bikin. Ger ku Soylu wê raporê bixwîne dê zanibe ku ev mirov ji aliyê kîjan derdorê ve hatibin windakirin. Ev rapor ketine qeydên dewletê û divê Soylu berpirsiyariya xwe pêk bîne. Siya windayên salên 80 û 90’an pir dirêj e. Soylu di bin siya wan de dimîne. Erk û berpirsiyariya Soylu windayan bibîne û berpirsiyaran darizîne ye. Windakirin sûcê mirovahiyê ye. Ji bo windakirinê demborî nabe." 
 
Oluç, anî ziman ku Tirkiye peymana Neteweyên Yekbûyî ya Windayan îmze nekiriye û hikûmeta AKP'ê ji bo vê peymanê îmze bike neanîye rojeva meclîsê. Oluç, da zanîn ku Tirkiye peymana NY'ê îmze nake û nabe dewletê alî û wiha axivî: "Sedema vê yekê berteka Soylu ya îro ye. Yên ku hatine windakirin û xizmên wan ne sûcdar in. Yên ku winda kirine sûcdar in. Hemû kesên hatin windakirin kesên mazlum û mahsûm in. Gelek xizmên windayan hatin binçavkirin. Mirov rasti xaza îsotê, bombeyen xazê û tundiya polîsan hatin. Parlamenterê Amedê Garo Paylan rastî lêdana polîsan hat. Me der barê Soylu de gilî kir. Soylu ne wezîre karên hundir e, wezîrê îstîsmarê û suiistimalê ye. 
Dayikên Şemiyê heta niha Soylu nedîtine. Ew bi biryarin û çalakiya xwe bi biryar berdewan dikin. Dayik dê ji niha û şûnde jî gavan paşve navêjin. 
 
 
HÊZÊN DEWLETÊ JI NÛVE LI DERSIMÊ DARISTAN ŞEWITANDIN
 
Oluç, bal kişand ser şewata daristanên li Dersîmê û wiha got: "Duh li çiyayê Dersimê dîsa daristan hatin şewitdandin. Heyeta HDP’ê dê sibê biçin Dersîmê lêkolîn bikin. Hin hêzên dewletê li Dersimê ji nûve daristan şewitandin. Kesên daristanê dişewitînin sûc dikin." 
 
'REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ MESELEYA MIROVAHIYÊ YE' 
 
Oluç, bal kişan ser rewşa girtiyên nexweş jî û wiha got: “Rewşa girtiyên nexweş pirsgirêka mirovahiyê ye. Divê siyas neyê dîtin. Heri dawî Koçer Ozdal jiyana xwe ji dest da. Di komayê de dest û piyên wî kelepçekirî bû. Em sersaxiyê ji malbata wan re dixwazin. Em dîsa dixwazin dewlet van girtiyên nexweş serbest berdin û erka xwe pêk bînin. 
 
'SOYLU NEZAN E' 
 
Oluç, pirsên rojnamegeran jî bersivand û anî ziman ku Suleyman Soylu nezan e û wiha got: "Ez naxwazim bêjim cahîl. Ew nezan e. Bila rapora lêkolînê ya meclîsê bixwîne. Ez dîsa ji Soylu dipirsim. Ger ku wisa be çima Serokwezîrê wê demê Erdogan bi Dayikên Şemiyê re rûnişt û soz da wan. Ew qas nezanî jî nabe. Çima Soylu bertek nîşan dide. Ji ber ku bavê wî yê axa di salên 90’î de musebbibiyê windayan e. Ew bavê xwe yê axa baş nas dike. Soylu bi vê yekê dikxwaze ser van sûcan bigire.