Gur: Dê Îdlib rê li ber şerekî herêmî veke!

img

AMED - Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP'ê Nazmî Gur, destnîşan kir ku Tirkiye ji ber polîtîkayên xwe yên derve li Sûriyeyê bi ser neketiye. Gur, bilêv kir ku operasyona rejîma Sûriyeyê ya der barê Îdlibê de dê rê li ber şerekî herêmiyî veke. 

Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP'ê û parlementerê Wanê yê berê Nazmî Gur, polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê û operasyona Îdlibê nirxand. 
 
‘POLÎTÎKAYA DERVE LI SEr TEHDÎT Û ŞANTAJAN HATIYE AVAKIRIN' 
 
Gur, rewşa Tirkiyeyê ya heyî wekî rewşeke "trajîkomîk" nirxand û der barê hewldanên dawî yên Tirkiyeyê ên ji bo Yekîtiya Ewropayê(YE) got: "Polîtîkayên nêzîkbûyîna YE'yê yên Tirkiyeyê, tenê ji bo ku mueydeyên ku Tramp pêk tînin nerm bike. Tirkiye di rewşa 'roja teng mirov ji yarê diya xwe re dibêje bavo' de ye." 
 
Li gorî Gur, polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê li ser 'şantaj û tehdîtan' hatiye avakirin. Gur, bilêv kir ku bi mudaxilekirina Rûsyayê ya 2015'an de hevsengên li Tirkiyeyê guherîne û bal kişand ser operasyona muhtemela a Îdlibê ku rejîma Sûriyeyê hewl dide pêk bîne. 
 
‘TIRKIYE DI DESTPÊKÊ DE WINDA KIR' 
 
Gur got: "Tiriyeya ku li Sûriyeyê li cem Moskowê cih girt, ji îtifaqa NATO û rojavayê cîhanêq ut bû. Polîtîkayeke nerêkûpêk bi rê ve dibe. Li cîhanê mînakeke wisa tune ye. Loma şensekî wê yê bi ser bikeve tune ye. Tirkiye di destpêkê de li Sûriyeyê winda kir. Hem di warê leşkerî hem di warê dîplomasî hem jî di warê siyasî de winda kir. Bandorên van polîtîkayên der barê Sûriyeyê de jî niha di warê aboriyê de derdikevin pêşberî me." 
 
Gur, bal kişand ser bloka Rûsya, Îran û Tirkiyeyê jî. Gur, destnîşan kir ku di nav vê blokê de ya ku polîtîkayê diyar dike Rûsya ye û got: "Unsûra sereke berjewendiyên Rûsyayê ne. Rûsyaya ku Tirkiye daxilî Sûçî û Astanayê kir, ji bo vê yekê bû. A rast Rûsya tiştên dixwest bi rejîmê bi dest bixe, bi dest xist. Herî zêde jî Tirkiye di vî warî de destek dayê. Ji bo çi, ji bo dijminatiya bi kurdan re." 
 
TALÛKEYÊN LI BENDA TIRKIYEYÊ 
 
Gur, destnîşan kir ku dê bi operasyona Îdlibê re kesên ku li Sûriyeyê bi ser ketin û bin ketin diyar bibe û got: "Israra Rûsyayê ya ji bo Îdlîbê dide der ku, ji bo serketina wan a dawî pir girîng e. Lê hevseng û geşedanên cuda hene. Neteweyên yekbûyî (NY) 4 milyon sivîl xistin rojevê, dê ev yek Rûsyayê û yên tevî wê tev digerin bitengijîne. Yek ji wan jî Tirkiye ye." 
 
Gur, anî ziman ku eger operasyon çêbibe du talûke dê li benda Tirkiyeyê bin û got: "Dê mirovên li Îdliba hatiye dorpêçkirin di sînorê Hatayê re derbasî Tirkiyeyê bibin. Niha 2 milyon û nîv sûriyeyî li Tirkiyeyê dijîn, dê ev yek bibe cihê krîzê. Loma li herêmê lodgeh hatin çêkirin. Yanî amadekariyên ku van penaberan li xaka Sûriyeyê pêşwazî bikin. Dê NY mudaxileyî vira bike. 
 
Her wiha îhtimala ku komên çekdar ên selefî koçî Tirkiyeyê bikin. Dê ev rewş hem di warê hiqûqa navnetewî hem jî ya Tirkiyeyê de bibe cihê rewşeke nû. Ji bo birêvebirina vê niha serî tevlihev in." 
 
DÊ AQÛBETA KOMÊN ÇEKDAR ÇI BE?' 
 
Di operasyona Îdlibê de mijara ku cihê meraqê ye jî dê aqbûtea komên çekdar ku Tirkiye destekê dide wan çi be. Gur ji bo vê got: "Ne mumkun e ku ev komên çekdar li Îdlibê bimînin. An dê bên bêçekdrkirin û derbasî Tirkiyeyê bibin an jî dê tevî çekên xwe bên Tirkiyeyê. Dê ev yek jî bibe cihê pirsgirêkên din. Piştî Îdlibê dê Minbica ku kurd wê kontrol dikin têkeve rojevê. Loma meselaya Îdlibê meseleyeke krîtîk e û dê bibe cihê pirsgirêkan." 
 
'DIVÊ DEV JI VAN POLÎTÎKAYAN BÊ BERDAN' 
 
Gur, destnîşan kir ku divê Tirkiye dev ji van polîtîkayên xwe berde û got: "Ji bo talûkeyên wisa rû nedin, divê Tirkiye dev ji dijminatiya xwe ya ji bo kurdan û polîtîkayên xwe yên der barê Sûriyeyê de berde. Divê penaber di muzakereyan de wekî amûra şantajê neyên bikaranîn. Divê daxilî karên navxweyî yê Sûriyeyê nebin û bi kurdan re bibin dost. Lê mixabin ji bo Tirkiyeyê ev yek wek tiştekî pêkan naxuyê." 
 
Gur, destnîşan kir ku dê geşedanên cuda di operasyona Îdlibê de rû bidin û dê li herêmê bibe sedema şerekeherêmî. 
 
MA / Mehmet Şah Oruç