‘Efo ji bo serokên rêxistinên sûcên organîzê heye, lê ji bo girtiyên nexweş tuneye’

img
ENQERE - Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ji bo pêşniyara efoyê ya MHP’ê, diyar kir ku efo ji bo qatîlan, dizan, tucarên tiryakê û çeteyên sûcên organîzê heye, lê ji bo girtiyên nexweş tuneye. 
 
Piştî hevdîtina Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya bi serokê rêxistina sûcên organîzê Alaattîn Çakici re, nîqaşên efoyê yên ketin rojevê, didomin. MHP’ê di pêşniyara xwe ya efoyê anî Meclîsê. Berî hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîranê rayedarên AKP’ê digotin “Di rojeva me de efo tuneye,” lê piştî pêşniyar hat Meclîsê vê carê jî gotin “Em nikarin ji nedîtî ve bên.”
 
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, pêşniyar MHP’ê ya efoyê nirxand û diyar kir ku ya girîng ew e ku pêşniyar ji aliyê kîjan partiyên siyasî ve hatiye kirin, balê dikişîne ser kîjan demê û dê bandorê li kê bike.  
 
‘TU BERSIVÊ NADE PÊDIVIYÊN CIVAKÎ’
 
Tanrikulu, anî ziman ku MHP daxwazên siyasî yên AKP nikare bîne ziman tîne rojevê û wiha axivî: “MHP’ê erka polîtîk a AKP’ê bi cih tîne. MHP’ê teklîf da û tu eleqeya wê bi Tirkiyeke nû, edalet, azad, darazek adîlane û aştiya wê re tuneye. Piştî Devlet Bahçelî bi serokê rêxistina sûcên organîze Alaattîn Çakici re hevdîtin kir û şûn de ev pêşniyar kirin rojevê. Ev teklîf tu bandorê li girtiyên siyasî, ramana azad û hwd nake. Di encama vê teklîfê de, dê tenê qatîl, diz, tucarên tiryakê û çeteyên sûcên organîzê dê bên berdan. Ji ber vê yekê bi tu awayî dê bersivê nede pêdivî û hêviyên civakî. Dema pêdiviyên aştiyane yên civakî derdikevin holê, mirov mijara efoyê tîne rojevê. Wê demê jî pêvajoyek tê destpêkirin û di encama vê pêvajoyê de daxwaza aştiyê derdikeve holê. Ev ne efoye, tenê pêşniyara sererastkirina daxistina cezayê zêdeye.”
 
‘BONTORÊ LI GIRTIYÊN NEXWEŞ NAKE’
 
Tanrikulu, da zanîn ku li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê hezar û 154 girtiyên nexweş hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji van hezar û 154 girtiyên nexweş 402 jê nexweşiyên wan giranin. Di teklîfa hatî kirin de, ji bo girtiyên nexweş madeyek bi tenê jî tuneye. Halbûkî tenê bi madeyekê dikarin van girtiyan berdin û li derve de bên derman kirin. Lê hikûmetê vê yekê nake û MHP jî vê daxwaz nake. Îhtîmalek mezin, dê ev sererast kirin tu bandorê li girtiyên nexweş neke. Kurt û kêmasî efo ji bo serokên rêxistinên sûcên organîzê heye, lê ji bo girtiyên nexweş tuneye”  
 
MA / Dîren Yurtsever