Temellî: Îtîfaq li taxan bi wate dibin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di civîna Meclisa Partiyê ya HDP'ê de têkildarî geşedanên dawî û hilbijartina rêveberiyên herêmî nirxandin kirin. Temellî, diyar kir ku ew dê bi pirsa “Em bajar û rêveberiyek çawa dixwazin?" tev bigerin û wiha got: “Îttifaq di kulisan de ava nabe. Îtîfaq di lêgerîna li taxan de bi wate dibe." 
 
Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî geşedanên dawî û hilbijartina rêveberiyên herêmî li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê civîn pêk anî. Beriya civîn dest pê bike, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di axaftina vekirinê de bal kişand ser hilbijartina rêveberiyên herêmî û geşedanên dawî. Temellî, bi bîranîna Îbrahim Ayhan dest bi axaftinê kir û wiha got: "Têkoşîna wî dê rêya me nîşan bide. Wî bi jiyana xwe bedelê bê edaletê da. Em hezkirinên xwe Birêz Leyla Guven re dişînin. Ji ber bê edaletiyê Birêz Leyla Guven, ji azadiya xwe mahrûm maye." 
 
Temellî da zanîn ku di 1'ê Cotmehê de Meclîs dest bi serdema nû ya zagonçêkirinê dike û dê amadekariyên xizmeta hilbijartinên rêveberiyên herêmî niqaş bike. Temellî, li ser rojeva Efoyê ku MHP'ê xistiye rojevê rawestiya û wiha got: “Di rûniştinên ku Leyla Guven tune ye de dê efoyê bînin rojevê. Ev ne karê aqilan û wîcdan e. Di serdema din de wekîltiya hevalên me hatin xistin û wekîlên me hatin girtin. Di vê daxwaza efoyê de ji bo kesên sucên bi nîtelîk efo tê. Dizê bi nîtelîk û rêxistinên sûc efo tê. Sedema vê yekê jî zêdebûna girtiyan û tijebûna girtîgehan sedem nîşan didin. Raste şertên li girtîgehan ji tenduristiyê dûr e. Ji ber ku li girtîgehan îşkence û muameleya xerab heye. Yê vê yekê dikin jî îktîdar e. 67 hezar girtiyên ku hêj doza wan berdewam dike hene û ji bo bêtir li girtîgehê bimînin doza wan dirêj dikin. Hêj ceza li wan nehatiye birîn pêşîn ceza dikin. Li Girtîgehan zarok hene. 680 pitik girtî ne. Arîn a hêj pitik e li girtîgehê nexweş ket. Zêdeyî hezar girityên nexweş hene. Wekî Koçer Ozdal Hezar û 400 girtiyên nexweş hene." 
 
‘LI ŞÛNA EFOYÊ DIVÊ JI BO AŞTIYA CIVAKÎ GAVAN BAVÊJIN' 
 
Temellî, anî ziman ku bi vê rêbaza efoya ku MHP dixwaze pirsgirêkên li girtîgehan çareser nabin û wiha berdewam kir: "Hikûmeta AKP'ê her sal 50 girtîgehên nû dixe armanc. AKP’ê Tirkiye kiriye girtîgeha servekirî. Razemenya herî zêde jî ji bo girtîgehên nû cuda dike. Her ku diçe bêedaletî zêde dibe. Daxwaza me pir zelal e. Em li vî welatî edaletê dixwazin. Bi vê rêbaz û bi vê darazê edalet pêş nakeve. Ji ber ku êdî daraz ketiye kontrola siyasetê. Hevserokê me û hevşaredarên me girtî ne. Bi hezaran hevalên me ji dosa siyaseta demkoratîk girtî ne. Hatine desteserkirin. Em bang li meclîsê dikin. Ger ku efo tê xwestin wê demê, werin em li şûna wê aştiya civakî pêş bixin. Em meclisê ji bandora Beştepeyê rizgar bikin. Em li gorî hiqûqa gerdûnî xebatê bikin. Em hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan ên gertûnî esas bigirin. Em TMK'ya ku hemû welatiyan dike teror biguherînin. Wê demê pêdivî bi efoyê namîne. Hûn vê yekê nekin jî emê têkoşîna vê yekê berdewam bikin." 
 
‘EDALET BÛYE BAZARA NAVDEWLETAN'
 
Temellî, biryara DMME'yê jî rexne kir û wiha got: "Divê em qala tecrîdkirina li Îmraliyê jî bikin. Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî encama vê bê edaletî û bê hiqûqiyê ye. DMME der barê Ocalan  de biryarê dide û dibêje 'muameleya xerab tune ye'. Tecrîd bi xwe muameleya herî xerab e. Îşkence ye. Ev biryar li dijî edaletê ye. Êdî edalet kirine bazara navdewletî. Serokomar li Almanya bû ev bê edaletî pêş ket." 
 
Temellî, bal kişand ser polîtîkaşên derve û rewşa Idlibê jî û wiha got: "Dema polîtîkayên derve tê gotin hemû çav diçin ser Idlibê. Di axaftina Idbilê de xwestin çareserî bê dîtin. Xwestin komên çekdar ji çekan bên paqijkirin. Ka çi bû? Rusya, DYA, Îran û Tirkiye hemû hêzên devre yên mudaxaleyî Sûriyeyê kirin çareseri dûr xistin. Dibe ku hekûmeta AKP'ê pirsgirêk taloq kiribe. Lê di demên pêş de dê wekî pirsgirêkek mezintir derkevin pêş me. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên derve bi lez ji Sûriye derkevin. Divê çeteyên bi çek bi lez êdî çekan berdin. Ger ku plan dikin van çeteyên bi çek bibin Efrin, Cerablusê bi cih bikin, pirsgirêk çareser nabe. Me berê diyar kiribû ku Serokomar dê meseleya Idlibê li diji Almanya wekî koç bikar bîne. Di hevdîtinên li Almanya de aborî derdikeve pêş Dîsa mijara koçberan dikin mijara bazarê û bazirganiyê.  Çareseriya pirsgirêka rêxistinên cîhatkar ên Radikal û koçberan li vir çareser nabe. Ger ku wisa bidome dê Derya Ege û Akdenizê bibe goristana koçberan. 
 
 
GELEK KRÎZ LI PÊŞ ME NE
 
Temellî, anî ziman ku hem krîza aborî, hem krîsa rêveberiyê û gelek krîzên din li benda wan in û wiha got: "Em bi gelek krîzên mezintir re rû bi rû ne. Bi guhertina navê Bernameya Aboriya Nû (YEP) pirsgirêk çareser nabe. Divê em neheqiyê li bernameyê nekin. Aliyê vê bernameyê hene. Ev jî polîtikayên neo-liberal in. Di vê bernameyê de armanc dike ku jin, karkerên betal û civak bedelên mezin bidin. Niha bedelê polîtîkayên şaş ên 16 salan dixwazin ji berîka gel derxin. Bi vê bernameyê rêya ku xwe û welat bazar bikin dîtine. Îhade dane McKinseyê. Bi vê yekê rê li pêş îhaleya arizîkirina bankayan vekiriye. Banka Navendî di nava 7 hefteyan de 20 milyar dolar rezerveyên xwe kêm kirine.23 
 
'ÎTÎFAQ LI TAXAN TÊ AVAKIRIN Û BI WATE DIBE ' 
 
Temellî, herî dawî bal kişand ser îtîfaqên hilibjartina rêveberiyên herêmî û wiha bi dawî kir: "Divê em pirsên 'Bajareki çawa û rêveberiyek çawa' dîtin pêş xwe û li gorî wê li çareseryê bigerin. Em bajarê ku kedkar, jin, ciwan, gel lê xwedî vîn û hêz e dixwazin. Em dixwazin li taxan û herêmê bi kedkar, jin, vak û hemû beşên civakê re îtîfaqê ava bikin. îtîfaq li taxan bi wate dibe. Ne bi kulîsan."