Tanrikulu: Em ê êdî çîroka windayan li Meclîsê bixwînin

img
AMED – Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrlikulu bertek nîşanî qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê û xizmên windayan da û got: “Xwendina çîrok û ango danezanê li meydanan hat qedexekirin, em ê êdî her hefte li Meclîsê bixwînin.” 
 
Çalakiyên Dayikên Şemiyê, xizmên windayan ên li Amedê û Êlihê li ser fermana Wezareta Karê Hundir bi hinceta “ewlehiya cemaweriyê” hatin qedexekirin. Her sê qadên ku her şemiyê çalakî lê tên lidarxistin polîs bi maşîneyên zirxî dorpêç dikin. 
 
‘TIŞTA KU BÊ QEDEXEKIRIN TUNDIYA POLÎSAN E’ 
 
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu qedexekirina çalakiyan ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand û bertek nîşanî biryara qedexekirinê da. Tanrikulu anî ziman ku çalakiyên Dayikên Şemiyê û xizmên windayan bi awayek kêfî hatin qedexekirin û got: “Qedexekirin temamî li dijî hiqûqê ye. Israrkirina dewama qedexekirinê wêneyê li Tirkiyeyê demokrasî çawa derbasî otokrasiyê bûye nîşan dide. Xwendina danezana Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ên hatin qedexekirin, em ê piştî 1’ê cotmehê şûn ve her hefte li Meclîsê bixwînin. Em dixwazin hemû wekîlên xwedî hestiyar piştevaniyê bidin vê xwendinan danezanan. Tu sedemek ku çalakiyê û daxuyaniyan qedexe bike nîne. Tişta ku divê bê qedexekirin tundiya polîsan û amûrê wan e.” 
 
'EW MEYDANÊN MIRINÊ NE’ 
 
Tanrikulu diyar kir ku Dayikên Şemiyê 23 sal e li aqûbeta xizmên xwe digerin û got: “Li wan qadan konên sersaxiyê nehatine vedan, ew qadên mirinê ne. Bi salan e dayikên şemiyê li wan qadan şînê dikin. Heta ku hestiyê zarok, bav û xizmên xwe bibînin dê israra wan edaletê dewam bike. Dewlet ji dayikên şemiyê tirsiya. Berê me li meydanan doza dîtina hestiyan dikir û daxuyanî dida êdî em ê li Meclîsê daxwaza dîtina hestiyan bikin, bila kujer bên dîtin û edaletê bixwazin.”