Ceferî: Em destûr nadin artêşa tirk di axa Iraqê de bimîne

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî, nerazîbûn nîşana hebûna artêşa Tirk a nava axa Iraqê da û diyar kir ku ew qebûl nakin artêşa Tirk di nava Iraqê de bimîne. Ceferî got: "Em destûr nadin Enqere mûdexeleya karên navxweyî yên Iraqê bike. Em qebûl nakin ku artêşa Tirk di nava axa Iraqê de bimîne." 
 
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî ji televîzyona Rusya Today re axivî. Caferî têkildarî nêzîkatiya Tirkiye ya li dijî Iraqê nirxand û li ser ketina artêşa Tirk a nava axa Iraqê careke din helwesta Iraqê ya li hember binpêkirinên Tirkiye eşkere kir. Ceferî da zanîn ku hewl didin nakokiyên li herêmê çareser bikin û Iraqê ji şerên metirsîdar biparêzin û ji ber vê jî divê artêşa Tirk di nava axa Iraqê de nemîne. Ceferî li ser danûstandinên Iraq û Tirkiyê jî diyar kir ku ew dixwazin weke welateke cîran peywendiyên wan yên baş li gel Tirkiyê hebe, lê di heman demê de hişyarî da Tirkiyê û wiha axivî: "Bes em qebûl nakin ku Enqere destwerdan li karên navxweyî yên Iraqê bike. Her wiha em rê nadin leşkerên Tirkiye di nava axa Iraqê de bimîne. Ne raste rast ne jî bi awayeke nerasterast em bi tu awayî beşdarî ti dorpêçek nabin. Ji ber Iraq divê mijarê de xwedî ezmûnên bi êş e. Em baş dizanin dorpêç çine .Ti berpirsek ji dorpêçan zirarê nabîne, lê beriya her tiştî xelkên mazlûm, zarok, kal û pîr ji dorpêçan zirerê dibînin.”