Ji Bîlgen şîroveya Brunson: Ravekirina tabloyê nîne

img
ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen têkildarî berdana keşeyê Amerîkî Brunson got: “Ravekirina vê taboyê nîne.” 
 
Li ser berdana keşeyê Amerîkî Andrew Craîg Brunson yê bibû krîza navbera Enqere û Washingtonê nîqaş didomin. Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen berdana Brunson ê 3 sal mehek û 15 roj ceza lê hat birîn nirxand. 
 
'RAVEKIRINA TABLOYÊ NÎNE’ 
 
Bîlgen destnîşan kir ku pêvajoya darizandina Brunson bi serê xwe mijara gengeşê ye û got: “Aliyê hiqûqî yê meselê li holê ye. Pêvajoya darizandinê bi serê xwe sosret e û bi berfirehî dikare bê genegeşekirin. Dema mirov li tevahiya geşedanên der barê Brunson dinêre, tabloyek nayê ravekirin. Ne mimkûn e ev tablo wek daraza serbixwe bê nirxandin.” 
 
SIYASETA DÎLGIRTINÊ 
 
Bîlgen bal kişand ser siyaseta di navbera vê mijarê û wiha dewam kir: “Ev tablo da nîşandan ku hemû têkiliyên Tirkiyeyê bazariyek e û veguheriye siyaseta dîlgirtinê. Pir zelal xuya dike. Serokomar Erdogan di peyamên xwe de jî xwe da dest. Ev berdan jî pêngavek ji bo têkiliyên xwe bi DYA’yê re baş kirin.” 
 
‘DARAZA SERBIXWE KIRIN E BAZARA BERJWENDIYÊN XWE’ 
 
Bîlgen da zanîn ku yên li Tirkiyeyê daxuyaniya daraza serbixwe didin ew bi xwe jî ji gotinên xwe bawer nakin û û wiha got: “Dixwazin xwe bi van gotinên ‘daraza serbixwe’ bidin bawerkirin. Girtin û berdana hemwelatiyên biyanî kirine bazara berjwendiyên xwe.”