Temellî bersiv da Erdogan: Em ê di hilbijartinê de mîna Amedsporê bi ser bikevin

img
AMED – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku Erdogan li Amedê cara duyemîn e stadyumê vedike û ji bo hilbijartina herêmî jî got: “Em ê wek Amedsporê bi vê maçê bi ser bikevin. Hem li Amedê û hem li hemû bajarên qeyûm tayîn kirin e bigîhîjin serkeftinê.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî ji bo Komxebata Rêveberiyên Herêmî û hin serdanan gera xwe li herêmê didomîne. Temellî beşdarî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe bû. Temellî beriya civînê ji ajansa me Mezopotamyê re geşedanên di rojevê de nirxand. 
 
Temellî gera Serokomar Tayyîp Erdogan a duh li Amedê nirxand û wiha got: “Daxuyaniyên Erdogan ên li Enqere û Amedê kir ji hev cuda ne. Ev jî ‘siyasî’ ye. Erdogan beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê jî heman daxuyaniyan li Amedê da. Li vir nikare di vî warî de xîtabî gel bike, çimkî wê rastî bertekan bê.” 
 
‘EM Ê MÎNA AMEDSPORÊ BI SER BIKEVIN’ 
 
Temellî destnîşan kir ku Erdogan li Amedê cara duyemîn e stadyumê vedike û wiha domand: “Bi gogê jî neleyîstiye, tenê bihîna xwe lêxistiye. Bi qasî ku êdî nikare gogê bileyîze extiyar bûye. Bi qasî ku nikare siyasetê jî bike pîr bûye. Bi çavê futbolê li jiyanê dinêre, lê bi feraseta şike û hîleyan li futbolê dinêre. Heke hûn di futbolê de şike bikin serketin mîsoger e. Ber bi çûyîna hilbijartinê ve jî bi vê perspektîfê lê dinêrin. Bila hakem û û alîgir ji wan be. Dawiya maçê jî bila ji serî de diyar be. Heke hilbijartinek wisa herêmî pêk bê lê çima bi çavsorî êrîşî HDP’ê dike. Hakem jî ji te be, bi van cûre gotinên xwe yê nefretê, em ê wek Amedsporê bi vê maçê bi ser bikevin. Hem li Amedê û hemû bajarên qeyûm tayîn kirin e bigîhîjin serkeftinê.” 
 
‘ÊRÎŞA LI DIJÎ AMEDSPORÊ ŞERMEZAR NEKIR’ 
 
Temellî bal kişand ser li Sakaryayê êrîşa nijadperest a li dijî Amedsporê û wiha got: “Erdogan di vekirina stadyuma Amedê de behsa êrîşa li dijî Amedsporê nekir û şermezar nekir. Li dijî lîstikvanê futbolê di astek bilind de dîmenên ku gel arasteyî tundî û nefretê bike hebûn. Me Federasyonê vexwend peywîrê. Lê heta niha tu biryar nehatiye girtin. Divê dozger jî biketine hereketê. Me li musabakayên sporê tişta divê nebûya dît. Dem bi dem Amedspor rastî êrîşê wisa tê. Hemin tu angaşt dikî Serokomarê welêtî û têyî stada Amedsporê û cara duyem jî vedikî, bila te êrîşa li dijî Amedsporê şermezar bikira. Heta ku hûn van êrîşan şermezar nekin, hûn li welêt nikarin bibin Serokomar.” 
 
‘ÊDÎ JI AMEDÊ JI TE RE DENG TUNE NE’ 
 
Temellî têkildarî hilbijartinên herêmî jî got: “Dengek ku êdî Erdogan ji Amediya bistîne nîne. Ji bo aramî, aştî û demokrasî were vî welatî divê em demildest ji vê zîhniyetê rizgar bibin. Her roja ku diçe ev welat ber bi krîzek mezin ve kaş dibe. Divê em demildest dawî li vê cudakariyê bînin. Em behsa hemwelatîbûna wekhev û aştiya civakî dikin. Kî dikare ji van re bêje na. Em îro behsa mafê mirovan dikin. Lê siyaseta li hemberî me kampanya hilbijartina xwe bi binçavkirinan dest pê dike. Polîs, walî, qeyûm û artêşa wî bi topyekûn bi ser HDP’ê ve diçin û êrîş dikin. Divê demildest dest ji gotinên nefretê berdin.” 
 
MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç