Hevdîtinên şandeya HDP’ê yên li DYA’yê bi dawî bûn

img
ENQERE - Di rojeva hevdîtinên şandeya HDP’ê yên DYA’yê de, pêşketinên siyasî yên li Tirkiyeyê, biryara ji nû ve girtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê kirin, hebûn. 
 
Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsê Têkilyên Derve yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy û Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, hevdîtinên wan ê heftiyekê li DYA dewam kir, bi dawî bû. Ozsoy û Beştaş ên li ser vexwendinên hevpar ên Yekitiya Parlamentoya Navneteweyî (IPU) û Komîsyona Mafê Mirovan Tom Lantos Kongreya DYA’yê çûn Washîngtonê, gelek hevdîtinên dîplomantîk li dar xistin. Ozsoy û Beştaş di hevdîtinên li Komîsyona Tom Lantos de, derbarê rewşa siyasetmedar û parlamenterên girtî de agahî dan. 
 
Şandeya HDP’ê, di heman demê de, bi Endamên Meclîsa Nûneran û Senatoyê, Wezîrê Karê Navxweyî, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê û gelek nûnerên saziyên ramanê re hevdîtin kirin. 
 
Di hevdîtinan de pirsgirêkên siyasî, demokratîk, dewleta hiqûqî û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, pêşketinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên jiyîn û têkiliyên Tirkiye û DYA’yê hatin nîqaş kirin.