Olûç: Pakêta darazê dê rolek pozîtîf neleyîze divê guhertinên micid bên kirin

img

ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku pakêta darazê duh bi şev dane HDP’ê û got: “Pakêt bersiv nade pêdiviyan. Dê tu rola pozîtîf neleyîze. Neçarin ku di TMK û TCK’ê de di warê mijara azadiya raman û îfadekirinê guhertinên micid pêk bînin.” 

 
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist û pakêta darazê ya desthilatdariya AKP’ê amade kiriye nirxand. 
 
'DARAZ GENÎ BÛYE' 
 
Olûç diyar kir ku AKP’ê duh êvarê pakêta darazê daye wan. Olûç da zanîn ku wan têkildarî pakêtê nirxandin kiriye û got: “Daraz genî bûye. Li Tirkiyeyê mekanîzma darazê bûye alî û ketiye rewşa mekanîzma muptelayê. Di nava civakê de baweriya ji bo darazê şikestiye. Lêkolînên raya giştî tên kirin jî eşkere xuyaye ku baweriya xelkê ji bo darazê nemaye. Civak bi darazê nebawere. Tenê ne di dozên siyasî de bi giştî pirsgirêkek wiha heye.” 
 
‘PAKÊT BERSIV NADE PÊDIVIYAN’ 
 
Olûç anî ziman ku pakêtê pênasekirina “sererastkirina demokratîk” heq nekiriye û wiha domand: “Ne mimkin e mirov ji bo pakêtê behsa reformekê bike. Ne mimkin e baweriya civakê ya ji bo pakêtê zêde bibe. Ev pakêt bersiv nade pêdiviyên civakê. Wesfandina reforma darazê ne mimkin e. Belgeya Stratejiya Reforma Darazê li Tirkiyeyê dide nîşandan ku rewşa darazê çiqas xerab e.” 
 
‘JI BO GUHERTINAN EM Ê TÊBIKOŞIN’ 
 
Oluç da zanîn ku wan wek HDP’ê têkildarî sererastkirina pêwîst a di darazê de were çêkirin metna stratejiya ew jê re dibêjin “Paqijiya Rê” dane Wezareta Dadê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl. Olûç anî ziman ku metnên wan stratejiye ji 27 xalan pêk tên û wiha got: “Bi taybetî me destnîşan kir ku guhertina xalên di Qanûna Cezayê Tirk (TCK) û Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) pêk were ango ji holê bê rakirin. Hefteya pêşiya me em ê pêşniyarên xwe xal bi xal piştî Komîsyona Edaletê dê di Desteya Giştî de hem bi muxalefetê re û hem jî bi desthilatdariyê re parve bikin. Di vê çarçoveyê de bi boneya guhertin werin kirin em ê têbikoşin.” 
 
 ‘LAZIME DI MIJARA DARIZANDINA ADILANE DE GUHERTIN BÊN KIRIN’ 
 
Olûç da zanîn ku pêwîste pergal û şixûlîna Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) were guhertin û got: “Di mijara darizandina adilane de jî pêwîste guhertin bên kirin. Ev guhertin tenê ne bi qanûnan ve bi sînor e, neçare guhertên Destûra Bingehîn jî hilde hundirê xwe. Neçarin di TMK û TCK’ê de di mijara azadiya raman û xweîfadekirinê de jî guhertinên micid bên kirin. Heke hûn ji me bipirsin em ê bêjin bila TMK bi kokê were rakirin. TMK şerma pegala hiqûqa Tirkiyê ye. Lê em nebawerin îtîfaka AKP-MHP’ê xwedî wê wêrekiya siyasî be ku TMK’ê re rake. Lazime TMK’ê bînên halê ji Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê re guncav bibe. Lê hemû pirsgirêkên qanûnî û hiqûqû ji ber zîhniyeta çewt a darazê û dozgeran peyda dibe.” 
 
‘TIŞTEK POZÎTÎF NÎNE’ 
 
Olûç destnîşan kir ku ew ê pêvajoyek micid a nîqaşê dewam bikin û wiha got: “Bi taybetî ji bo li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî bê tevgerkirin, em ê têbikoşin. Em ê fikrên xwe ji hemû partiyan re bêjin. Çi ji destê me were em ê bikin. Pakêtek wiha ku AKP li gorî xwe çêkiriye bê qebûlkirin jî dê bêedaletî û bêhiqûqiyê bi xwe re bîne. Wê nebaweriya ji bo darazê hin kûrttir bike. Yanî mirov dikare bêje mixabin wê ev pakêt tu rolek pozîtîf neleyîze. Rewşa îro dema mirov dinêre, desthilatdarî bi taybetî jî serokkomar zextan li ser darazê dike û li gorî xwe birêve dibe. Lê divê rêveberiya desthilatdariyê li ser darazê zextan pêk neyne.”