Kûbîlay ji Erdogan re got: NY ne Studyoya A Haberê ye

img

ENQERE - Hevberdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay, diyar kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê qeyûm tayînê vîna 20 mîlyon welatiyan kir û derbarê Erdogan ê di NY a de jî axivî wiha got: "Hat fêmkirin ku Erdogan çima vê carê behsa vîna gel nekir. Ji xwe nedikarî behs bike. Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ne Studyoya A Haberê ye. Erdogan mîna Efrînê dixwaze paqijiya etnîkî bike. "

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kûbîlay, li Naveda Giştî ya Partiyê civînu çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de ne nirxand.
 
Kûbîlay bi taybetî bal kişand ser axaftina Erdogan a li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û destnîşan kir ku eger ew axaftin li Tirkiyeyê li dijî wî bihata kirin, teqez wê bibûya sedema gelek dozan.
 
EW DER NE STUDYOYA A HABERÊ YE
 
Kûbîlay got, "Bi taybetî di salên dawî de ji axaftinên Erdogan ên li civînên navneteweyî mirov kesayetekî cuda yê siyasî, karakterekî cuda yê siyasî dibînin. Serokê Giştî yê AKP'ê qeyûm tayînê vîna 20 mîlyon welatiyan kir û derbarê Erdogan ê di NY a de jî axivî wiha got: "Hat fêmkirin ku Erdogan çima vê carê behsa vîna gel nekir. Ji xwe nedikarî behs bike. Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ne Studyoma A Haberê ye."
 
'DIXWAZE PAQIJIYA ETNÎKÎ BIKE' 
 
Kûbîlay bi bîr xist, Erdogan di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de nexşeya Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da ku piraniya şêniyên wê Kurd in û wiha bilêv kir: "Diyar kir ku dixwaze bi milyonan penaberên li Tirkiyeyê li wê herêmê bi cih bike. Weke ku tê zanîn ji herêmên Sûriyeyê yên ku piraniya şêniyên wê Kurd in koçberî ber bi Tirkiyeyê ve nebû. Lê niha dixwaze penaberên ji deverên din ên Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kirine li herêmên ku nifûsa Kurdan lê ne bi cih bike. Çima? Ji ber ku bi bikaranîna penaberan dixwaze mîna li Efrînê kir, li deverên din jî paqijiya etnîkî bike, Kurdan ji warê wan dûr bixîne û bi vî rengî demografiyê bi temamî biguherîne. Bi planeke wiha hem dixwaze ji Kurdên Sûriyeyî hem jî ji penaberên Sûriyeyê rizgar bibe."