Foza Yusuf: Kurd li ku bin ew der bi hêz e

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Rêveberiya TEV-DEM'ê Foza Al Yusuf, bal kişand ser civîna Rûsya Îran a li Enqereyê û diyar kir ku ev civîn berdewama Astanayê ye û dixwazin pergala Netew-Dewletê li Sûriye biparêzin û got: "Berdewama pergala beriya salên 2011'an ji bo gelê Sûriye întîxar e." Yusuf, ziyareta Serokomar Erdogan a DYA'yê jî nirxand û diyar kir ku xuya dibe Erdogan tişta dixwest li DYA'yê bi dest nexistiye. Yusuf, hewldanên herêmê yên dîplomasiyê jî bibîrxist û anî ziman ku hewldanên dîplomasiyê didomin. Lê 100 salin li ser gelê Kurd ambargoya dîplomasî heye. Yusuf, da zanîn ku êdî Kurd xwedî hêz in û Kurd li ku bin ew der bi hêz e. 

Endama Rêveberiya Navenda Têkiliyên Tîplomasî a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Foza Al Yusuf, li ser civîna Serokdewletên Îran, Rûsya û Tirkiyeyê ya li Enqereyê, ziyareta Erdogan a li DYA'yê, daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên li ser Rojava û penaberan ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re nirxnadin kir.
 
Yusuf, destnîşan kir ku civîna di 16'ê Îlonê de li Enqereyê pêk hat, berdewama civînin Astana bû û wiha got: "Ji mijarên bingehîn ên ku li ser li hevkirin li gor ku diyar dibe,  avakirina komita zagonsazî bû. Lê bi şertê ku rêvebiriya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî têde cih negire bû. Di civînê de xwestin agirbesta li Idlibê berdewam bike û rê nedin damezrandina tu rêvebiriyên xweser ên li Sûriyeyê. Diyare ku ew her 3 dewlet jî li dijî guhertineke demoqratîk in û dixwazin pergala Netew-Dewlet a Sûriyeyê bê parastin. Ev jî tê wateya ku ev tekoşîna gelên Sûriye ya 8 sal in dide bê wate ye. Dixwazin em dîsa li dema beriya sala 2011'an vegerin. Ev jî intihare ji bo gelên Sûriyeyê."
 
ERDOGAN DIXAWAZE TRUMP DESTÛRÊ BIDE DAGIRKIRINÊ 
 
Foza Yusuf, bal kişand ser tevlêbûna Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan a civina Neteweyên Yekbûyî û wiha axivî: "Tişta Erdogan di vê serdanê de hevî dikir ew bû Trump daxwazên wî ên dagirkeriyê erê bike û ew jî li ser vê bingehê dest bi kiryarên xwe bike. Li gor ku me şopand diyare tiştê ku wî dixwest çênebû ji dervî rewşa Sûriye mijara S400, mûşekên patriyot di rojevê deye. Û eger ev mijar neyên çareserkirin wê ev yek li ser têkiliya herdu welatan li ser Sûriye jî bandor bike. Li gor daxuyaniyên Erdogan diyare ku ewê dîsa hewlbide peymana parastina sînor li gor xwe pênase bike û pêk bîne. Lê ev yek ji hêla rêvebiriya xweser û QSD ve wê neyê pejirandin."  
 
PEYAMA LOZANE HÊJ LI DAR E 
 
Yusuf, bal kişand ser avakirina pergala li Bakur û Rojhilatên Sûriye û wiha lê zêde kir: "Kurd û pêkhateyên din li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye di warê siyasî û Leşkerî de û pergala xwe bi rêvebirinê de pêşketinên girîng çêkirin. Ev yek hesabê gelek aliyan xira dike. Lewma jî bi her awahî hewldidin ku hêza bandora wê lawaz bikin û rêkên berdewam kirina wê ji holê rakin. Bêguman ev ji aliyekî ve berdewamkirina polîtkayên înkar û qirkirinê ye û parastina statûperstiya hêzên herêmî ne ku dijbertiya hemû guhertinên azadîxwaz dikin. Divê em jibîr nekin ku hîn jî peymana Lozanê li dar e û têkneçû ye. Çawa sedsaliya 20'an gelên herêmê perçe perçe kirin û Kurd bê maf hiştin ev xeterî di vê sedsaliyê de jî heye. Ji ber tiştek misoger nebûye şerê perçebûnê ku herêma tê de derbas dibe ji bo me jî metirsiyên mezin derdixînink Bi vê hişmendiyê divê em tevbigerin." 
 
'ERDOGAN DI NAVA ALOZIYEK MEZIN DE YE' 
 
Endama TEV-DEM'ê Foza al Yusuf, bal gişand ser polîtîkayên Erdogan û wiha pêde çû: "Erdogan di nava aloziyeke mezin deye. Bi taybet piştî hilbijartinên şaredariyan û dixweze careke din hêza xwe a siyasî vegerîne. Ji bo vê yekê bike jê re serkeftinek pêwîste. Ger li Tirkiyeyê hilbijartina pêşwext çêbibe, ne dûre ku heta leşkerî jî êrîş bike. Ji bo penaberan ew dixwaze demografiya herêmê bi guherîne. Lê tekez ev yek wê neyê qebûlkirin divê derbarê de helwesta rêvbiriya xweser zelale.  
 
'DIVÊ EM ZANIBIN LI SER KURDAN LÎSTOK HEYE'
 
Yusuf bal kişan ser komîsyona avakirina destdûra Sûriye û cihnedayîna Kurdan û wiha berdewam kir: "Ev planeke pir xerabe. Ev yek aloziya Sûrî kûrtir dike. Tevlêkirina çend kesên Kurd ku ne xwedî vîna siyasî û leşkerî ne; bi xwere riskên mezin di afrîne. Ev lîstokek e. Lê mixabin ew ne di ferqa vê yekê dene. Wê çiqas ev komîte karê xwe bi ser xe ez ne bawerim. Ji ber gelek sedem hene ku nehêle bi serkeve. Lê di encamê de pêwîste em bizanin ku carekedin listok li ser kurdan heye. Hewlseta me zelale emê bi tu awahî biryarên ku dervî vîna derkevin qebûl nekin. Û tekoşîna me wê berdewam bike. Gelek dosya hene ku divê çaser bibe piştre ancex pevejoya makezagonê pêşve here. Lewma emê tekoşîna xwe a siyasî, diplomasî û civakî berdewam bikin. Ta ku em hebûna xwe û vîna xwe bidin qebûlkirin." 
 
100 SALIN AMBARGOYA DÎPLOMASIYÊ LI SER KURDAN HEYE
 
Yusuf, bal kişand ser xebatên dîplomasiyê û wiha pede çû: "Di warê diplomasiyê de hewldanek û kedeke girîng heye. Lê ji ber sedemên ku me li jor diyarkiriye di demeke kin de encamên ku em dixwazin bi dest xistin zehmet e. Berjewendiyên dewletan ên sedsalan hene û ev yek bandor dike ku tu zû encam bigre. Li ser gelê me ev Sed sal in ku ambergoya diplomasiyê heyel. Ev çember şikandin ne hesane. Lewma zû encam xwestin li gor nerîna min ne tişteke objektîf e. Lê tevî hemû astengiyên dîsa jî bandoreke mezin me li ser hemû cîhanê çêkir. Tiştê girîng ewe ku em bi israreke mezin vê tekoşînê bilind bikin." 
 
KURD LI KU BIN EW DER BI HÊZ E 
 
 
Yusuf heri dawî bal kişand ser rol û rista Kurdan û wiha bi dawî kir: "Kurd di vê sedsaliyê de xwedî siyaset in û xwedî proje ne. Di herêm de jî bûne xwedî bandor û gelek caran  eşkerebû ku Kurd erê nikarin lîstokên mezin saz bikin. Lê karin lîstokên mezin xera bikin. Ev yek di hilbijartinên şaredariyê li Tirkî aşkere derket holê. Her weha Kurd li Sûriye hêza hevsengiyê ne. Kurd li ku bin wir bi hêz dibe. Di cihanê de jî bandoreke mezin a Kurda çêbûye. Di berxwedana Kobanê û Afrînê de ev yek zelal bû. Divê em di ferqa hêza xwe de bin û rast û dicî de polîtîka wê bikin. Lewma tevî hemû xeteriyan ger em şaşitiyên mezin nekin ez bawrim di vê sedsalê de emê karibin encamên siyasî ên girîn bi dest bixin.
 
MA / Mehmet Alî Ertaş