Nobeta Demokrasiyê: Hûn nikarin stran û kilamên me bêdeng bikin

img

MÊRDÎN – Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê li navçeya Qoserê dewam kir. Girseyê stran got lê polîsan hewl da asteng bikin. Jinek ji nav girseyê qîr kir û got: “Hûn nikarin stran û kilamên me bêdeng bikin.” 

Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê ya li Mêrdînê li navçeya Qoserê di roja 41’emîn de dewam kir. Parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdarî nobeta li Qada Azadiyê pêk hat bûn. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antalya jî hatin cihê çalakiyê û piştevanî dan HDP’iyan. Polîsan meşa Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Antalyayê asteng kirin. HDP’iyan bertek nîşanî astengiyê da. Li ser nîqaşan polîsan astengiya xwe paş ve kişand. 
 
'HÛN NIKARIN STRANÊN ME BÊDENG BIKIN’ 
 
Girseyê li qadê stran gotin. Di vê navberê de polîsan biryara Walîtiya Mêrdînê ya qedexekirina şahî û çalakiyan hêncet nîşan dan û gotin: “Hûn nikarin li vir stranan bêjin. Ev der ne cihê stran gotinan e. Em nahêlin hûn li vir stranan bêjin.” Di vê navberê de jinek ji nav girseyê bersiva polîsan da û got: “Hûn nikarin stran û kilamên me bêdeng bikin. Em ê stranên xwe bêjin.” Girseyê bi lêdana çepikan çalakiya xwe ya rûniştinê dewam kir. 
 
‘EM HETA DAWIYÊ LI CEM WE NE’ 
 
Piştî çalakiya rûniştinê Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antalyayê Kadîr Ozturk daxuyanî da û diyar kir ku ew bi dil û can berxwedana gelê Mêrdînê destek dikin û silav dikin. Ozturk anî ziman ku îktîdara AKP-MHP’ê hiqûqê û demokrasiyê binpê kiriye û got: “AKP-MHP êrîşî muxalîfan dike. Divê em jî bi gelê Kurd re têbikoşin. Heke em bi hev re li ber xwe bidin û têbikoşin em ê wê demê bi ser bikevin. Gelê Mêrdînê îro ji bo xwedî li vîna xwe derkeve li ber xwe dide. Em ê wek platformê heta dawiyê li gel we ne. Em ê bi hev re bi ser bikevin.” 
 
'QEYÛM TALANGERÎ YE’ 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr jî axivî û pêkanînên qeyûman ên beriya niha bi bîr xist û got: “Qeyûm desteserkirin û talangerî ye. Em ê vê desteserkirina vîna gelê xwe qebûl nekin. Ev 41 roj in gelê vê neqebûlkirinê datîne holê. Heta şaredariyên me paş de bidin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.” 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.