‘Kurd ji bo ala demokrasiyê ba bibe têdikoşin’

img

AMED – Endamê DÎB’ê Erdogan Aydin ê di Nobeta Demokrasiyê de axivî wiha got: “Mafê hilbijartinê yê kurdan hatiye binpêkirin. Hûn ji bo ala demokrasî û edaleta Tirkiyeyê ba bibe têdikoşin.” 

Li Amedê Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê di roja 41’emîn de berdewam kir. Çalakî wek her roj li Kolana Lîseyê di bin dorpêça polîsan de pêk hat. Endamên Konseya Navenda Odeya Tabîbên Tirk (TTB), endamên Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) beşdarî çalakiyê bûn û piştevanî dan çalakgeran. Girseya ji welatî, parlamenter û rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê û pêkhateyên HDP’ê pêk dihat dirûşm berz kirin û stran gotin. 
 
Di çalakiyê de ewil Serokê Partiya Komunîst a Kurdîstanê (KKP) Sînan Çîftyurek axivî û got li dijî qeyûman berxwedana wan berdewam dike. 
 
‘MAFÊ KURDAN HER TIM TÊ BINPÊKIRIN’ 
 
 Endamê DÎB’ê û dîroknas Erdogan Aydin jî destnîşan kir ku mafê hilbijartinê ya kurdan her tim tê binpêkirin û got: “Hûn tenê ne ji bo îradeya we ya hatiye desteserkirin, hûn di heman demê de ji bo ala edalet û demokrasiyê ya Tirkiyeyê ba bibe têdikoşin. Mafê we yê herî demokratîk ji destê we girtin. Ev ji bilî zordestiyê ne tiştekî din e.” 
 
‘TENDURISTÎ BI AŞTÎ Û AZADIYÊ DIKARE BAŞ BIBE’ 
 
Serokê Konseya Navenda TTB’ê Sînan Adiyaman jî jiyanek bi tenduristî bi aştî û azadiya civakî mimkin e û got: “Tenduristî tenê ne nexweşîn e. Tenduristî halê kes ê fizikî, derûnî û civakî ye. Heta azadî, edalet, demokrasî û aştî pêk neyê wê ev rewşa tenduristiyê jî neyê başkirin.” 
 
Çalakî piştî rûniştina 10 deqîqeyan bi dawî bû.