‘AKP, di ser dijminatiya bi kurdan re li ser piya disekine'

img
SÊRT – Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê, bûyerên lînçkirina kurdan zêde dibin. Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Taş, anî ziman ku sedema vê yekê zimanê cihakariyî û şidetî yê Erdogan û îktîdarê ye û got: "Hikûmeta AKP'ê di ser dijminatiya xwe ya bi kurdan re li ser piya disekine." 
 
Li metrepol û bajarên rojavayê Tirkiyeyê bûyerên lînçkirina kurdan zêde dibin. Herî dawî li navçeya Çerkezkoy a Tekirdagê kurd hatin lînçkirin. 3 ciwanên kurd hatin lînçkirin. Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Siddik Taş jî di hesabê xwe yê twîtterê de vîdeoyek parve kiribû û di vîdeoyê de ciwanek kurd tê lînçkirin. Hatibû diyarkirin ku ev vîdeo li Edîrneyê hatiye girtin. 
 
‘ERDOGAN KURDAN DIKE HEDEF' 
 
Taş, destnîşan kir ku sedema van bûyeran hikûmet e û got: "Nexasim jî zimanê serokomar e. Serokomar bi zimanekî cihêkarî û şidetî diaxive û kurdan dike hedef." Taş, anî ziman ku hin kes li gor vî zimanî tev digerin û got, ji ber vê kurd û derdorên muxalif bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Taş, diyar kir ku nexasim jî kurdên li bajarê rojavayê Tirkiyeyê dixebitin bi êrîşên bi vî rengî re rû bi rû dimînin û got: "Ev êrîşên faşîst û nîjadperestî yên li kurdan, mal û kargehên kurdan tên kirin nayên qebûlkirin." Taş, bilêv kir ku ew ê tim û tim li dijî van êrîşan derkevin. 
 
Taş, anî ziman ku Serokomar Tayyîp erdogan zimanekî ku HDP'ê "terorîze" dike bilêv dike û got: "Hikûmeta AKP'ê di ser dijminatiya xwe ya bi kurdan re li ser piya disekine. Ji bo emrê xwe dirêj bikin xîtabî derdorên neteweperest, nîjadperest û faşîst dikin. Lê belê hikûmeta AKP'ê kurdan çi qasî dike hedef bila bike, mîadê wê derbas bûye. Rejîma yekzilamî îflas kiriye. Ji bo rastiya Tirkiyeyê nabe bersiv. Nikarin bi vê feraset û mantiqê Tirkiyeyê bi rê ve bibin."