Tevgera Azadî civina 9 partiyên siyasî rexne kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) helwesta xwe ya li ser lîsteya Hevpeymana Kurdistanî eşkere kir û bi tundî civîna 9 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê rexne kir. Tevgera Azadî diyar kir ku ew ji bo civînê nehatine vexwendin û got: "Eger di pêşerojê de vê helwestê sererast nekin wê helwesta me hebe."
 
Li Hewlêrê di 28'ê Îlonê de 9 partiyên Başûrê Kurdistanê têkildarî hilbijartinên meclîsên parêzgehên Iraqê ku biryare 1'ê Nîsana sala 2020'an pêk were civiyan. Di civînê de biryar dan ku bi lîsteya Hevpeymana Kurdistanî beşdarî hilbijartinên parêzgehên Kerkûk, Nînova û Diyale bibin. Ji bo vê civînê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) nehatibû vexwendin. Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) li Ofîsa xwe ya Silêmaniyê têkildarî mijarê daxuyanî da û helwesta xwe ya li ser vê lîsteyê eşkere kir. Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah daxuyanî da û got; "Weke tê zanîn aliyên siyasî yên Kurdistanî, demeke dirêje di nava guftûgoyê de ne, da ku bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên 1'ê Nîsana sala bê yên Meclîsên parêzgehên bibin. Ji destpêkê ve me girîng dît.
 
EM JI CIVÎNÊ AGAHDAR NEKIRIN
 
Ji bo vê armancê jî di 9'ê Îlonê de li hevkirinek di navbera 11 aliyên siyasî de hate îmzekirin. Me jî îmze kir.Ji bo ku em hemû bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinê bibîn. Lê, mixabin, duh li Hewlêrê çend aliyên siyasî civiyan û em ji civînê agahdar nekirine. Lewma em helwesta wan rexne dikin. Li gorî me eger bi vî awayî be, wê tenê di çarçoveya axaftin û gotaran de bimîne."
 
Tevgara Azadî eşkere kir ku pêwîst bû aliyên beşdarî civînê bûne, qebûl nekiriyan civîn bêyî wan pêk were û wiha didome;"Divê qonaxê de divê aliyên siyasî xwedî helwesta neteweyî û nîştimanî bin.Nabe ji ber berjewendiyên hizbî û cudahiya helwestê, bîr û raya siaysî ziyanê bidin xelkê vê herêmê. Eger bi vê hişmendiyê beşdarî hilbijartinê bibîn, wê careke din ziyanê bigihînin dengê Kurd  û qet ji vê re nayê gotin yek lîst e. Lewma eger di pêşerojê de vê helwesta xwe sererast nekin û hebûna siyasî û cemawerî ya Tevgera Azadî li ber çavan negirin, wê helwesta me hebe."