Guneş: Komîsyoneke ku kurd têde tune bin wê bi ser nekeve

img

STENBOL – Hîndekarê Beşa Zanista Siyasetê û Têkiliyên Navneteweî ya Zanîngeha Open a Îngîltereyê Doç. Dr. Cengîz Guneş, ji bo Komîsyona Qanûna Bingehîn ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê hat avakirin got: "Komîsyoneke ku Rêveberiya Xweser daxilî wê neyê kirin wê bi ser nekeve." 

Hefteya borî ji bo şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe û rê li ber çareserkirina bi siyasetê re vebibe Komîsyona Qanûna Bingehîn hat avakirin. Lê belê nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê daxilî nav vê komîsyonê nehat kirin. Hîndekarê Beşa Zanista Siyasetê û Têkiliyên Navneteweî ya Zanîngeha Open a Îngîltereyê Doç. Dr. Cengîz Guneş, ji bo Komîsyona Qanûna Bingehîn ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê hat avakirin got: "Komîsyoneke ku Rêveberiya Xweser daxilî wê neyê kirin wê bi ser nekeve." 
 
KÎ ÇI DIKE?
 
Guneş, bilêv kir ku Tirkiye ji bo Herêma Xweser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, ji destê wê çi tê dike û ji bo hêzên li herêmê û hesab û kitabên wan ev tişt gotin: 
 
“Tirkiye, tevî Rûsya û Îranê tev dgere û dixwaze DYA hîn bêtir tawizan bide. Rûsya û Îran jî, dixwazin DYA desteka xwe ya ji bo QSD'ê bi dawî bike û Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û kurdan marjînalîze û lawaz bike. Ji bo vê jî Tirkiyeyê bi kar tînin. 
 
Daxuyaniyên piştî civînê hatin kirin, nîşan didin ku hîn jî ev hêz li ser hin mijaran li hev nekirine. Her çend wekî bi hev re tev digerin bê dîtin jî, lê belê polîtîkayên Tirkiye û Rûsyayê li dij hev du ne. Rûsya, gefên Tirkiyeyê yên ji bo Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo DYA leşkerên xwe ji Sûriyeyê derxîne bi kar tîne. Tirkiye jî dixwaze di bin kontrola xwe de herêmeke ewle ya kûrahiya wê 30-40 kîlometre çê bike û 2 milyon sûriyeyîyan li wir bi cih bike. Armanc tunekirin û lawazkirina Rêveberiya Xweser e. Ji bo mudaxliya leşkerî ya muhtemel û ji bo desteka navneteweyî penaberên Sûriyeyê bi kar tîne." 
 
‘BÊYÎ KURDAN WÊ BI SER NEKEVE' 
 
Guneş, bal kişand ser Komîsyona Qanûna Bingehîn û got: "Her çi qas avakirina Komîsyona Qanûna Bingehîn wekî pêşketin û serketineke mezin bê lansekirin jî, lê wisa xuya dike w di warê bidawîkirina şer, aştiyeke mayînde û pergaleke siyasî de bi rihetî konsensuseke çê nebe. Lê belê komîsyoneke ku Rêveberiya Xweser ku piraniya kurdan û civaka Sûriyeyê temsîl dike daxilî nav wê nebin wê bi ser nekeve." 
 
Guneş, ji bo komîsyona hatiye avakirin got: "Di warê ku avakirina pergaleke ku wê mafê civaka Sûriyeyê hemû biparêze hin şik û gumanan li mirov peyda dike. Bi dîkekirina Rêveberiya Xweser û kurdan, ne mimkun e ku Komîsyana Qanûna Bingehîn di nezda hêzên navneteweyî de bê qebûlkirin." 
 
Guneş, destnîşan kir ku tevkariya DYA û kurdan ji bo Tirkiyeyê bûye pirsgirêkeke girîng û Tirkiye jî ji bo vê pêwendiyê qut bike çi ji destê wê tê dike. Guneş, destnîşan kir ku di demên dawî de armanca Tirkiyeyê ew e ku kurd nebin xwedî statu û got: "Ne ji ber ku QSD, bi awayekî fizîkî ji bo Tirkiyeyê dibe tehdît. Tişte ku Tirkiye wekî tehdît dibîne ew e ku kurd çawa li Iraqê bûne xwedî statu, divê li Sûriyeyê wiha nebin." 
 
MA / Ferhat Çelik