Ozsoy: Heke Tirkiye bikeve Rojava wê xeletiyek mezin bike

img

ENQERE – Cîgirê Hevserokên HDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsiyar Hişyar Ozsoy diyar kir ku ji bo Tirkiye bikeve Rojava israr dike û got: “Heke Tirkiye êrîşî Rojava bike dê xeletiyên micid pêk werin.” 

 
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Têkiliyên Derve Berpirsiyar Hişyar Ozsoy li ser vexwendina hevpar a Komîsyona Mafên Mirova ya Kongreya Tom Lantos a DYA’yê û Yekîtiya Parlementoyên Navnetewî (IPU) li Washîngtonê hin ziyaretan pêk anî. Ozsoy hevdîtinên di navbera 18-24’ê îlonê de li DYA pêk hat û polîtîya DYA ya Sûriyeyê ji ajansa me re nirxand. 
 
'ME HEMÛ MIJARAN NIRXAND’ 
 
Ozsoy da zanîn ku wan têkildarî tayînkirina qeyûman agahdarî kiriye û got: “IPU ji vir mehek û nîv berê hatibû Tirkiyeyê. Têkildarî rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û rewşa hiqûqî ya parlamenteran 12 rûpel raporek amade kiriye. Niha halê wê yê dawî didin. Wê raporê di desteya giştî ya dê di 17’ê cotmehê de li Belgradê pêk were nîqaş bikin û biryarê li serê bidin. Me di ziyareta IPU û Komîsyona Mafên Mirova ya Kongreya Tom Lantos a DYA’yê de me demokrasiya giştî ya li Tirkiyeyê, serdestiya hiqûqê, veqetandina hêzan, serbixwebûna darazê, pirsgirêka kurd, rewşa siyasetmedarên kurd ên girtî û hemû mijarên din nirxand.” 
 
‘WÊ DU HEYET ZIYARETÊ BIKIN’ 
 
Ozsoy anî ziman ku ew ji DYA’yê wêdetir li benda Konseya Ewrûpayê ne ku têkildarî qeyûman danekirinê pêk bîne û got: “Wê di serê meha cotmehê de li Meclîsa Parlamenterên Ewrûpa dê rûniştin pêk werin. Wê heyetek Rêveberiyên Xwecihî ya Konseya Ewrûpa were Tirkiyeyê. Pişt re jî wê li Ewrûpayê kom bibin. Wê di cotmeh û mijdarê de du heyet Tirkiyeyê ziyaret bikin. Piştî van ziyaretan em dixwazin gavên şênber bên avêtin. Me ji wan xwest ku di van rûniştinan de hevşaredarên me yên ji wezîfeyê hatin girtin jî cih bigirin.” 
 
'TÊKILÎ BÊTIR RAGEŞ BÛN’ 
 
Ozsoy diyar kir ku ew bi Meclîsa Nûneran, endamê Senatoyê, Wezareta Karê Derve, Nûnertiya Taybet a Sûriyeyê û bi gelek saziyên raman re hatine gel hev û ji ber meseleya S-400’an di navbera Tirkiyeyê û DYA’yê de têkilî bi paş ketine. Ozsoy derbarê çavdêriyên li DYA’yê jî nêrînên xwe wiha parve kir: “Rojeva sereke ya DYA’yê Sûriye û Rojava ye. Rojava ji bo wan û Tirkiyeyê li cihek rageşî disekine. DYA li Tirkiyeyê, Sûriyeyê û Rojava bi rastî jî çi dixwaze bike di nava rojeva me ya sereke de bû. Me wek HDP’ê têkilarî pêvajoyan çavdêrî û nirxandinên xwe pêşkêşî wan kir. Me analîza xwe ya wê çawa pêşiya diyalogê vebibe, bêyî pevçûnek vekirî pêk neyê û ev mesele wê çawa werin çareserkirin parve kir.” 
 
‘DYA DIXWAZE HEVSENGIYEKÊ ZEFT BIKE’ 
 
Ozsoy diyar kir ku hêj polîtîkayek zelal a DYA’yê ji bo Sûriye û Rojava nîne lê ji bo ji Rojava derkeve jî bi taybetî ji ber krîzên heyî gelek zor e. Ozsoy da zanîn ku li DYA’yê Wezareta Karên Derve, Qesra Spî û Pentagon di nava xwe de dabeş bûne û wiha got: “Heta li Sûriyeyê îstîkrarek çênebe, çareseriyek siyasî nebe, DYA bi hêsanî ji wir dernakeve. Trump biryarek fervrî da. Lê polîtîkayên têkildarî DAIŞ dê ji nûve derkeve holê, rageşiyên herêmî yên bi Îranê re dijî û rewşa Îsraîlê mijara gotinê ne. Ji ber vê yekê hem li Sûriyeyê dixwaze bimîne hem jî dixwaze di navbera kurdan û tirkan de zemînek li hevkirinê û rewşa hevsendiyê zeft bike.” 
 
‘BI ROJAVA RE ENTEGRE BÛYE’ 
 
Ozsoy destnîşan kir ku êdî DYA dixwaze çareseriya meseleya li Rojava li Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka kurd û pêşxistina demokrasiyê pêkan dibîne û got: “Heke em niha li DYA’yê dixwazin k udi navbera Tirkiyeyê û kurdên Sûriyeyê de hevsengiyek pêk were, em neçarin ku li Tirkiyeyê jî pirsgirêka kurd bi şeklek aştiyane were çareserkirin. Em ji vê yekê re dibin alîkar. Meseleya li Rojava û pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê entegereyî hev bûye. Ji bo rewşa heyî meseleya Rojava were rehetkirin divê di demorkasiya Tirkiyeyê de rehetiyek pêk were û mutabakat mijara gotinê ye. Em hêvîdarin wê ev hewldan pêk were.” 
 
'ERDOGAN XWE VEDIKIŞÎNE NOKTEYEKÊ’ 
 
Ozsoy têkildarî rageşiya navbera DYA û Tirkiyeyê û têkiliyên herêma ewle jî wiha got: “DYA li Rojhilata Navîn herî zêde li ser Tirkiyeyê dixebite. 70-80 sal li ser vê yekê dixebite. Li qada Sûriyeyê ji ber Rojava DYA û Tirkiye hevrû man. DYA Tirkiyeyê navêje. Lê DYA bi Erdogan re tengezariyên micid dijî. Lê di taliyê de dema mirov bi awayek jeopolîtîk binêre Tirkiye keleha Rojhilata Navîn a NATO’yê ye. Di dîrokê de têkiliyên xurt hene. Bi lîderiya Erdogan Tirkiye zoriyê dide van têkiliyan. Meseleya S-400 ne meseleyek hêsan e. Heke balafirên şer ên Rûs jî werin sitendin dê qiyameta sor pêk were. Nihya Erdogan dixwaze xwe vekişîne nokteyekê. Sedemê nesepandina danekirina bingehîn a Tirkiyeyê Trump e. Lê niha ew jî ket pêvajoya azîl. Heke Erdogan êrîşî Rojava bike ji bo wî bibe xeletiya hesabek mezin a herî baş. Di kêliya bikevin Rojava heke eskerek Amerîka were kuştin wê rewşên gelek cuda derkevin holê û wê bi rewşên cuda re hevrî bê mayîn.” 
 
‘JI DYA NOKTEYÊN ESEKERÎ XWESTINE’ 
 
Ozsoy da zanîn ku Tirkiye ji bo bikeve Rojava gelek israr dike û wiha got: “Tirkiye ji DYA’yê nokteyên eskerên Amerîkî lê ne xwestiye. DYA jî van nokteyan nade. Tirkiye wan dide zorê. Di meseleya herêma ewle de DYA ji aliyekî ve ji Tirkiyeyê fêm dike û ji aliyekî ve jî dixwaze pêdiviya hevsengiya rêveberiya Rojava temîn bike. Israrên şer û rageşiyê yên Tirkiyeyê ku ferz dike wê ji bo Tirkiyeyê, Kurdan û DYA’yê jî wê pirsgirêkên micid bi xwe re bîne. Ew der ne Efrîn e. Ji bo niha bi meseleya herêma ewle re ew rageşî hinek kêm bûye. Belê Tirkiye dikare êrîş bike lê wê ji bo Tirkiyeyê bibe xeletiyek mezin a hesabê. Çimkî hêj ku danekirina S-400 li ser maseyê ye bi rastî jî wê rewşek wiha rîskên mezin bi xwe re bîne.” 
 
 MA / Bêrîvan Altan