Kubîlay: Bi daxuyaniyên Bahçelî dixwazin CHP’ê bêdeng bikin

img
ENQERE – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku hedef nîşandana Kemal Kiliçdaroglu ya ji aliyê Devlet Bahçelî ve pêk tê “operasyona bêdengkirina CHP’ê ye” û ji ber nikaribûn HDP’ê tecrîd bikin niha jî berê xwe dane CHP’ê.” 
 
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bang kir ku destnedayîna Serokê Giştî ya CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu were rakirin û ji bo têkiliya CHP-HDP’ê were lêkolînkirin komîsyonek bê vekirin. Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay daxuyaniyên Devlet Bahçelî nirxand. 
 
‘DIXWAZIN CHP’Ê BÊDENG BIKIN’ 
 
Kubîlay da zanîn ku daxuyaniyên Bahçelî aciziya ji ber polîtîkaya CHP’ê ya vê serdemê birêve dibine û ji bo CHP’ê bêdeng bike van daxuyaniyan dide. Kubîlay anî ziman ku daxuyaniyên Bahçelî dide helwesta AKP-MHP’ê ya li dijî CHP’ê nîşan dide û got: “Divê mirov van daxuyaniyan helwestek li dijî polîtîkayên CHP’ê yên Sûriyeyê û nêzîkatiya wan ji bo HDP’ê bibîne. Lê ew dikin û nakin jî CHP vê carê nakeve dafika wan. Dibêjin ‘CHP ji xwe tu nayê ser xeta me, lê hindik be jî li hember HDP’ê û kurdan bêdeng bisekine.’ Eşkere vê yekê ji CHP’ê re dibêjin. Ev daxuyanî di şexsê Kiliçdaroglu de di esasê xwe de operasyonek bêdengkirina tevahiya CHP’ê ye. Yanî peyama ‘zêde bi pêş ve neçe’ didin CHP’ê. Ji ber nikaribûn HDP’ê tecrîd bikin niha jî berê xwe dane CHP’ê. Tirkiye di nava hevsengiya gelo faşîzm ango gelo demokrasî birêve diçe.”