Olûç: Îktîdara wan ku diheje dixwazin bi Sûriyê qehîm bikin

img

ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku operasyonek muhtemel a li dijî Rojava ne çareseriye û got: “Îtîfaqa AKP-MHP’ê li ber têkçûnê ye. Dixwazin îktîdara wan a ku diheje bi operasyonek eskerî ya li dijî Sûriyê qehîm bikin.” 

Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Meclîsê têkildarî mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Olûç geşedanên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) de nirxand û wiha got: “Operasyona eskerî ne çareseriye. Operasyonek li dijî Rojava dê aştî, aramî û demokrasiyê neyne herêmê. Em vê zelal bêjin. Ne cara ewil e em vê dibêjin. Di serî de Sûriye li tevahiya Rojhilata Navîn pirsgirêkên pirr micid hene û ji bo ev pirsgirêk werin çareserkirin me berê gelek caran nêrînên xwe anîn ziman.” 
 
 ‘BI HÊZA ESKERÎ HÊZA HERÊMÎ NABE’ 
 
Olûç anî ziman ku pêwîste ji bo muzakereyên li Sûriyeyê û Iraq gav bên avêtin û wiha dewam kir: “Bi taybetî ji bol i Sûriyê şerê navxweyî bi dawî bibe û rejîmek demokratîk pêk were divê ev gav werin avêtin. Bi hêza eskerî hêza herêmê pêk nayê. Armanca çareserkirina bi hêza eskerî dema em li dîrokê jî dinêrin ku her tim paş de maye. Ji bo Sûriyê û Iraqê û cîranên me re rejîmek demokratîk were li pêş xistin, divê Tirkiye di warê demokrasî, parastina mafên mirovan, avakirina aştiyê, aboriya bi hêz û bi demokrasiyê û serdestiya hiqûqê bibe welatek mînak.” 
 
‘ÇARESERÎ DI OPERASYONA ESKERÎ DE NÎNE’ 
 
Olûç di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Operasyona eskerî ne çareseriye. Çareserî di polîtîkayê de, di demorkasiyê de, di parastina mafên mirovan û serdestiya hiqûqê de ye. Bi taybetî li Sûriyeyê bawerî û netewên cuda ji bo hebûn û wekheviya xwe diparêzin û qadên jiyana bi hev re li pêş dixin. Di esasê xwe li ser ferasetek wiha li Sûriye, Iraq û deverên din demokrasî, aştî û aramî dikare pêk were. 
 
HERÊMA EWLE 
 
Ji bo di nava axa Sûriyeyê de Sûriyeyek demokratîk were avakirin, lazime pirsgirêk bi demokrasiya hêza herêmê re were çareserkirin. Me vê yekê berê jî got û em ê bêjin jî. Yekbûna axa Sûriyeyê bi feraseta herêma ewleh nayê qehîmkirin. Feraseta herêma ewle binpêkirina yekbûna axa Sûriyê ye. Feraseta herêma ewle emeliyatkirina li ser axa welek cîran e. Dema mirov lê dinêre hêzên navdewletî jî wek yekbûna axê li feraseta herêma ewle nanêrin. 
 
WÊ ALOZIYÊ ZÊDETIR BIKE 
 
Operasyon pêk anîn feraseta guhertina demografiya herêmek welatê cîran e. Ev yek jî aştî, aramî û refahê nayen welat. Berevajî vê wê li Tirkiyeyê rê li ber alozî û tevlîheviyê veke û zêdetir bike. Her neyînek li wir biqewime û wê bizivire û serê Tirkiyeyê bixe belayê. DYA bi daxuyaniya xwe ya ji bo Rojava û têkildarî DAIŞ’iyên dîlgirtî re adeta bombeyek bi saet daniye ber hembêza Tirkiyeyê. 
 
MESELEYA DAIŞ’IYÊN GIRTÎ PIRR MICID E
 
Meseleya DAIŞ’iyên desteserkirî gelek micid e. Welatên Ewrûpayê kesên hemwelatiyên wan çûne bûne DAIŞ’î ji bo paş ve wan nebe welatên xwe demek dirêj e mijara nîqaşan e. Daxuyaniya “ji niha şûn ve berpirsiyariya DAIŞ’iyên dîlgirtî li ser milê Tirkiyeyê ye’ ya DYA’yê gelek pirsgirêkek mezin afirandiye. DAIŞ’î çend kes in? 3 hezar in, 7 hezar in an jî 10 hezar in ne diyar e. Pirsgirêkên ji aliyê van ve werin afirandin dê li Tirkiyeyê rê li ber bêaramiyê veke. Ev mijar ne mijarek hêsane. Em hişyarî didin wan. 
 
ÎKTÎDARA AKP-MHP’Ê DIHEJE 
 
Îtîfaka îktîdara AKP û MHP’ê diheje û li ber têkçûnê ye. Dema em bi berfirehî li hemû lêkolînên derbarê AKP-MHP’ê de dinêrin bi awayek micid kozikên xwe winda kirine û bilindahiya xwe winda kiriye. Di dengên wan de ji sedî 27-30 guheriye û winda kiriye.  Îtîfaqa AKP-MHP’ê li ber têkçûnê ye. Dixwazin îktîdara xwe bi operasyonek eskerî ya nû saxlem bikin.
 
EV OPERASYON ARAMIYÊ NAYNE
 
Ev operasyona ne operasyona anîna aştî, aramî û demokrasiyê ye. Ev operasyona qehîmkirina îktîdara AKP-MHP’ê ye. Ev hemû rewşek xeternak didin nîşandan. Lê binêrin li Rihayê komek însan kom dibe û Artêşa Netewî ya Sûriyê radigihîne. Tirkiye hînî vê yekê nebûye. Hûn îlana arteşekê ku dê li welatê cîran şer birêve bibe destûr didin ku li welatê we ava bibe. Hûn perwerdehiya eskerî didin komên Hamza Tumenî û Suleyman Şah û dişînin axa Sûriyeyê. Wê ev hemû rê li ber xeteriyek mezin vekin. Ev hemû ji bo Tirkiyeyê tehdît in.”