MYK’a HDP’ê ji bo rojeva Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dicive

img
ENQERE - MYK’a HDP’ê berî operasyonek muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê bi awayekê awarte bicive. Di civînê de wê helwesta HDP’ê bê diyarkirin. 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYP) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê ji bo rojeva operasyonek muhtemel a Tirkirye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne, bi awayekê awarte dicive.  Di civînê de wê helwesta HDP’ê ya li dijî operasyonê bê diyarkirin. 
 
Civîn wê li Navenda Giştî ya HDP’ê bê lidarxistin. Di civînê de wê li ser tezkereya Serokkomariyê ya bê Meclîsê, operasyona leşkerî ya  li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bandorên aborî, civîkî û siyasî yên heyîn bên nîqaşkirin. MYK wê saet 15.00’an bicive.