Ji Temellî banga navneteweyî: Li dijî polîtîkayên şer ên Erdogan derin

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temllî li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga navneteweyî kir û ev tişt got: "Em bang li YE û NY'yê tev dikin û dibêjin ji polîtîkayên şer ên Erdogan bibêjin rawest e. Wisa bi daxuyaniyên kurt na. Bibêjin rawest e. Belê bibêjin rawest e."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di komcivîna partiya xwe de axivî. Dayikên Aştiyê ku ji gelek bajaran hatibûn, Dayikên Şemiyê û xizmên endamên Grûp Yorûmê ku di çalakiya greva bircîbûnê de ne tevlî komcivîna HDP’ê bûn. Malbatên Roboskî û Dayikên Aştiyê yên ku ji Riha û Amedê xwestin tevlî komcivîna HDP’ê bibin, li Edeneyê hatin rawestandin û hatine wan a Enqereyê hat astengkirin. 
 
Di komcivînê de operasyona muhtemel a Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin. Beşdarên komcivînê destên xwe li maseyan da û dûrişmeya “ji şer na” berz kirin. 
 
'EM ŞER NAXWAZIN'
 
Temellî derbarî operasyona muhtemel a Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê de axivî û bang li civaka navneteweyî kir û xwest ku polîtîkayên şer ên Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan rawestînin. Temellî têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Em tev bi hev re bibêjin; Ji şer re na. Em şer naxwazin. Ji ber vê yekê em ji vir bi awayekî bi hêz dibêjin; ji şer re na. Em bang li gelên Tirkiyeyê, hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên Ewropayê dikin ji bo dijberiya şer bên gel hev. Çawa ku beriya 17 salan me ji kesên ku ji şer xwedî dibûn re got na, em îro jî vî şerî naxwazin.
 
‘DIVÊQÊ MIZGÎNIYA ŞER DIDIN’
 
Heke em li dijî kesên şer dixwazin vîna aştiyê bi awayekî hêz dernexin holê, dê hilweşandin gelek be. Dê bedêla vê bobelatê zarokên me, nifşên nû bidin. Hûn dayik, ji bo ku zarokên we di şer nemirin, dayikên kurd û tirk li virin. Dê li Meclisê bilindkirina dengê aştiyê berdewam bikin. Çiqas hewl bidin ku asteng bikin jî dê nikaribin dengê aştiyê asteng bikin. Em daxwaz dikin ku vê operasyona dagirkirinê ku di qada navneteweyî de tu qebûlkirineke wê tuneye, bê rawestandin. Dibêjin ku 'di dawiyê de şer dest pê dike'. Divêqê mizgîniyê didin. Em naxwazin ku ev şer dest pê bike. 
 
Her wiha em di serî de bang li Yekitiya Ewropayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) û civakê tev dikin û dibêjin ji polîtîkayên şer ên Erdogan bibêjin rawest e. Wisa bi daxuyaniyên kurt na. Bibêjin rawest e. Belê bibêjin rawest e. Nexwe ev şer dê bi şewitandina Rojhilata Navîn û Bakurê Sûriyeyê bi sînor nemîne. Dê hemû Cîhanê bikişîne nav vî şerî."
 
OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ
 
Temellî di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “9’ê Cotmehê roja komploya li dijî birêz Ocalan e. 21 sal di ser vê komployê re derbas bû. 21 sal in Ocalan tê recrîdkirin. Heke Ocalan nehata tecrîdkirin belkî em îro li  cihekî cudabûn. Desthilat armanc dike ku şerê kurd û tirkan derxe. Heke pêkvejiyanê dixwazin divê hûn nekevin vê dehfikê. Ev yek jî bi siyasete pêkan e. Ocalan vê mijarê destnîşan dike. Dema ku ev vê dibêjin dibe sûc. Lê vana çiqas qarqarokiya şer dikin bila bikin emê deng bidin denge Ocalan. Lewre em aştiyê dixwazin. “