Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Li dijî şer em deng bidin gelê Rojava

img

ENQERE – Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan, operasyona TSK'ê ya li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û gotin: “Em ê bê fikar, li dijî vî şerê dijhiqûqî û nerewa bi gelê xwe  û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re, rawestin. Em li dijî şer bibin dengê gelê Rojava." 

 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û Pervîn Buldan, li dijî operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniya nivîskî weşandin. Hevserokan anîn ziman ku hikûmeta AKP-MHP'ê hemû peymanên navneteweyî binpê kirine û ev şer li dijî hiqûqê ye û ne rewa ye. Hevserokan destnîşan kirin ku li pêş çavê hemû cîhanê ketin nava hewldana dagirkeriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destkeftiyên gelê Rojava û gelê Kurd dikin hedef. Em vê operasyonê şermezar dikin."