Erdogan û Pûtîn hatin gel hev

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, têkildarî geşadanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hat gel hev. 
 
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, di roja dawîn a agirbesta ku di navbera Tirkiyeyê û Amerîkayê de hatibû ragihandin, li bajarê Soçî yê Rûsyayê hatin gel hev. 
 
Erdogan beriya hevdîtinê ev tişt gotin: "Ez bawer dikim ku vê dawetê feydeyên pêk bîne. Bi vê minasebetê em firsend bidin ku ev aştî hê bi hêztir bê nirxandin. Hêvî dikim ku hevdîtina feydê bigihîne Tevgera Kaniya Aştiyê."
 
Pûtîn jî beriya hevdîtinê ev tişt gotin: "Ez bawer dikim ku radeya têkiliyên me dê îro piştgiriyê bide çareseriya pirsgirêkên li herêma me. Gelek dînamîkên têkildarî rewşa herêmê hene, ev di ferqa vê yekê de ne. Bawer dikim ku ev hevdîtin û şêwirandin sûdewer bin."