Baş: Em ê di demek nêz de bibînin ku Tirkiye dê li Sûriyê winda bike

img

AMED – Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş diyar kir ku AKP ji bo îktîdara xwe bidomîne êrişî Rojava kir û divê li her qadê li dijî êrişên îktîdarê têkoşînek bi hev re bê dayîn. 

Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) û Parlamenterê TÎP’ê Erkan Baş têkildarî mijarên di rojevê de ji ajansa me re axivî. 
 
Baş diyar kir ku AKP bikaranîna derfetên dewletê zext û tundiyê li gelê kurd dike û dixwaze vê sepanê li ser tevahiya Tirkiyê bikar bîne û yek ji van zextan jî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê ye. Baş da zanîn ku her çiqas li ser gelê kurd zext û neheqî hatin kirin jî lê di her hilbijartinê de bersiva polîtîkayên tunekirinê yên AKP’ê hat dayîn. Baş got ew ê li dijî her cûre zext, bêhiqûqî, tundî û polîtîkayên tunekirinê dê li ber xwe bidin. 
 
'CHP’A BERÊ YE’
 
Baş destekkirina CHP’ê ya şerê li dijî Rojava rexne kir û got: “CHP wek her demê di xeletî û polîtîkaya xwe ya şaş de israr kir û ket nava şaşîtiyên mezin.” 
 
'EM Ê BIBÎNIN DÊ DO DEMEK NÊZ DE WINDA BIKE’
 
Baş destnîşan kir ku AKP ji bo desthilatdariya xwe berdewam bike êrîşî Rojava kir û wiha got: “Niha Tirkiye dixwaze êrişên li dijî Rojava wek serkeftinê nîşan bide. Lê tenê dixwazin bi manîpulasyonê serkeftinê nîşan bidin. Di esasê xwe de dê Tirkiye di demek nêz de fêm bike ku winda kiriye û em ê hemû vê yekê bibînin. Heke em sibê jî ji vê desthilatdariyê rizgar bibin dereng e. Ji bo vê yekê divê em bi hemû derfetên xwe têkoşîna xwe mezin bikin.”