Tanrikûlû partiya xwe rexne kir: CHP'ê winda kir, Erdogan qezenc kir

img
STENBOL - Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, helwesta partiya xwe ya li hemberî şer rexne kir û da zanîn ku di asta heyî de Tirkiye û CHP'ê winda kiriye û Erdogan qezenc kiriye. 
 
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû ku ji destpêka êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji ber daxuyaniyên xwe têkildarî êrîşê hedef tê nîşandan, di civîna girtî ya Koma Meclisê ya CHP'ê ku duh hat lidarxistin de, helwesta partiya xwe ya ji bo êrîşê rexne kir.  
 
Li gorî nûçeya rojnameger Mahmût Licali ku di Rojnameya Cûmhûriyetê de hatiye weşandin, Tanrikûlû diyar kiriye ku weke partiyeke sosyal demokrat divê ku CHP alîgirê aştiyê be û aniye ziman ku erêkirina tezkereya Iraq-Sûriyeyê şaş e. Tanrikûlû destnîşan kiriye ku ji ber êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta heyî de Tirkiye û CHP'ê winda kiriye û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan qezenc kiriye. 
 
Tanrikûlû herî dawî ji ber tayînkirina qeyûman ên ser şaredariyên HDP'ê jî partiya xwe rexne kiriye û daxwaz kiriye ku CHP li dijî tayînkirina qeyûman hê zêdetir dengê xwe bilind bike.