Partiyên kurd ji bo yekîtiya neteweyî civiyan

img

AMED – Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi boneya nirxandina êrîşên li dijî Rojava, yekîtiya neteweyî û polîtîkaya qeyûman bi partiyên Kurd re civiyan.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meclîs boykot kir û ji bo 3 rojan li Amedê civiyan. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî û hemû parlamenterên HDP’ê li Amedê beşdarî hin çalakiyan bûn. Buldan û Temellî îro jî ji bo mijarên êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava), yekîtiya neteweyî ya kurd û polîtîkaya qeyûman bi serok û nûnerên Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP), Partiya Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyê (PDK-T), Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD) û Hereketa Azadî re binirxînin li avahiya PDK-T civiyan. 
 
Di vê civîna ev mijarên girîng hatin gotûbêjkirin parlamenterên HDP’ê Saruhan Oluç, Îmam Taşçier û Necdet Îpekyuz jî beşdarî civînê bûn. 
 
Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat û hat zanîn ku dê piştî civînê daxuyanî neyê dayîn. 
 
Buldan û Temellî bi du şandeyên cuda li kolan û kuçeyên navçeyên Sûrê û Rezanê esnafan ziyaret kirin.