HDP li Wanê diçe kongreya awarte

img
WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê, dê sibe bi beşdariya Sezaî Temellî 2'emîn kongreya xwe ya awarte li dar bixe.
 
Rêxistina Bajar a HDP'ê ya Wanê, bi şîara "Em jiyaneke bi rûmet birêxistin dikin" dê sibe bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî 2'emîn kongreya xwe ya awarte li dar bixe. Kongre dê li Eywana Dewetê ya Royalê ya li navçeya navendî Rêya Armûşê bê lidarxistin. Endamê Komîsyona Kongreyê ya HDP'ê Cemîl Komî ji bo kongreyê vê bangê kir: "Em hemû gelê xwe bi şîara "Em jiyaneke bi rûmet birêxistin dikin" vedixwînin 2'ê kongreya xwe ya awarte û daxwaz dikin ku li partiya xwe xwedî derkevin."