Kubîlay: Tirkiye di vî şerî de winda kir û cihê çareseriyê jî Îmrali ye

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku yê ku di vî şerê li dijî Rojava de winda kir tenê Tirkiye ye û ji bo çareseriya pirsgirêkan Îmraliyê wek navnîşana çareseriyê da nîşan dan.

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay li navenda giştî ya HDP’ê têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.
 
'ZAFERA WAN NE ZAFERA PIRÛS E JÎ’
 
Kubîlay li ser peymana navbera Tirkiyê û Rûsya sekinî û got: “Ji bo pêşîlêgirtina komkujiyan peyman erênî ye. Jiyana însan bi ser her tiştî re ye. Hêj em baş nizanin di naveroka peymanê de çi bazarî û li hev kirin heye. Helbet dê hêdî hêdî viya zelal bibe. Îktîdar û dewletê vê peymanê wek zafere pêşwazî kirin. Titşa ew jê re dibêjin zafer ne Zafera Pirûs e jî.” 
 
'WE BI ÎMZEKIRINÊ ÇI BI DEST XIST’
 
Kubîlay têkildarî êrişên Tirkiyê yên li ser Rojava ji îktîdara AKP’ê pirsa “we çi bi dest xist” kir û wiha got: “Hûn bi darê zorê û çekên giran li kurdan didin û wan ji warê wan dikin. We li ser axa wan paqijiya etnîk kir. Hûn demografiya Rojava diguherînin. We bin trajediya mirovî destnîşan kir. We ewqas tişt kirin û bin van hemû tiştan îmze kir, baş e we çi bi dest xistiye gelo?” 
 
‘DI VÎ ŞERÎ DE TENÊ TIRKIYÊ WIDNA KIR’ 
 
Kubîlay bal kişand ser mijarên girîng û wiha got: 
 
“Li welatek her tişt biha bûye, feqîrê û bêkarî û parsekî heye her roj dibêjin ‘ez we bi pelçiqînim, derbas bibim, xera bikim û belav bikim.’ Hûn dixwazin bi van gotinan çi bikin? Halbûkî wisa xuya dike bi erêkirina van peymanan re jî derket holê ku di vî şerî de yê winda kiriye Tirkiye bi xwe ye. Yên ku bi Tirkiyê dane windakirin îktîdara AKP-MHP’ê ye. Polîtîkaya Tirkiyê û Sûriyê ya li dijî kurdan dijminahiyê dike rastî têkçûnekê hatiye. Sibroja Tirkiyê hildane bin îpotekê. Tirkiye xwe xistiye bin kontrola Amerîka û Rûsyayê.” 
 
DINYA LI CEM ROJAVA YE 
 
Îktîdarê li dijî sivîlan sûcê şer pêk anî. Rojek dema wê hat wê gelên Tirkiyê hesabê vê yekê bipirse. Statûya meşru û mafdar a Kurdan li hemû dinyayê dest bi qebûlkirinê hatiye kirin. Gelên Rojava bi desteka cîhanê hovîtiya DAIŞ’ê têk bir. Hemû dinya li gel Rojava cih digire. 
 
DIVÊ TIRKIYE JI AXA SÛRIYÊ DERKEVE 
 
Divê Tirkiye bi temamî ji axa Sûriyê vekişe. Divê bi Sûriyê re têkiliyên aştiyane bên lipêşxistin. Li Sûriyê di destûra bingehîn de ku kurd lê neyên zêdekirin û gelên din cih negirin dê çareseriyek demokratîk pêk neyê. 
 
Em bang li Esad jî dikin ku di rêçika Erdogan de nemeşe. 
 
NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE 
 
Ji bo berpirsiyariya me ya gelên Tirkiyê em carek din îktîdara siyasî hişyar dikin. Şerê we daye destpêkirin bi salan jî dewam bike û hûn herin û werin jî cihê ku hûnê bigihîjinê çareseriya siyasî ye. Hûn neçarin bi awayên siyasî meseleyê çareser bikin. Dest ji dijminahiya kurdan û polîtîkaya şidet û şer berdin. Ne hewceye hûn ji Washington û Moskovayê çareseriyê hêvê bikin. Navnîşana çareseriyê gavek li pêş we ye û ew der jî Îmrali ye. 
 
Em milê muxalefetê jî ji bo destekkirina şer bi tundî rexne dikin. Muxalefet rola xwe ya ji bo demokrasiyê pêk nayne.  
 
WÊNEYÊ SELÇÛK MIZRAKLI WÊNEYÊ ŞERMA TIRKIYÊ YE
 
Girtina hevşaredarê me Selçûk Mizrakli dewama dîl girtina siyaseta kurd e. Wêneyê Mizrakli yê hat serwîskirin wêneyê kelemçekirina siyaseta gelê kurd û vîna wan e. Wêneyê Mizrakli wêneyê deqeyek reş û şerma Tirkiyê ye. Dixwazin bi darbeye siyasetmedarên me bigirin û vîna bi milyonan desteser bikin. 
 
HIQÛQA DAGIRKERIYÊ PÊK TÎNIN 
 
Li bajarên Kurdistanê hiqûqa mêtingeriyê xistine meriyetê û pêk tînin. Lê bila her kes viya baş dizanibe li dijî van êrîşan, talankirin, dizî û desteserkirina vîna gelê me wê berxwedana me kûrtir bibe û têkoşîna me mezintir berdewam bike.”