Buldan: Avakirina yekîtiya kurd deynê stûyê me ye

img

AMED – Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku Tirkiye di êrişên li dijî Rojava de bi ser neket û xwe bêtir xist nava çiravê. Buldan bal kişand ser yekîtiya kurdan û got avakirina yekîtiya kurdan deynê stûyê wan e û xwest Tirkiye guh bide pêşniyar û fikrên Ocalan ên ji bo çareseriyê. 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ji Ajansa Mezopotamya re axivî û balê kişand ser êrişên Tirkiyê yên li ser Rojava û yekîtiya neteweyî ya kurdan. 
 
‘TIRKIYE BI SER NEKET’ 
 
Buldan destnîşan kir ku Tirkiye bi êrişkirina axa Rojava re xwe xistiye nava çiravê û nikare ji wê çiravê derkeve û got: “Dinya jî şahidiyê ji Tirkiyê re dike ku xwe xistiye çiravê. Tirkiye dixwaze destkeftiyên gelê kurd qir bike. Dinya li ser van êrîşan sekinî û şermezar kirin. Vê helwesta dinyayê jî da nîşandan ku têkoşîn û berxwedana azadiyê ya gelê kurd a bi sedê salan çiqas meşrû ye. 8 sal in Tirkiye li dijî Rojava gefan dixwe. Bi meseleya Rojava re yên di vê pêvajoyê de bi ser ketin kurd in. Viya baş derketiye holê. Tirkiye div ê pêvajoyê de hem bi ser neket û hem jî winda kir.” 
 
‘YEKÎTIYA KURDAN DEYNÊ STÛYÊ ME YE’ 
 
Buldan da zanîn ku ew wek HDP’ê di her şertî de yekîtiya neteweyî ya kurd diparêz in û wiha got: “Bi êrişên ser Rojava re yekîtî û hevgirtina kurdan carek din derket holê. Tu demê nûnerên gelê kurd ewqas yekîtî û bihevre bûnê daneni holê. Belê her çiqas siyaseta kurd di meseleyên Efrîn û Kerkûkê de bêdeng man jî lê di vê destwerdana li dijî Rojava de kurdan helwesta xwe ya yekîtî û hevgirtinê danî holê. Daxuyanî û çalakiyên PDK û YNK gelek girîng û bi nirx in. Xwezî di neheqiyên beriya niha de jî kurdan yekîtî û helwesta xwe nîşan bida. Belkî ewqas êş nehata kişandin. Lê di vê dema dawî de ji bo siberoja me hat dîtin ku dê kurd bi ruhek netewî helwesta xwe nîşanî her êrişên qirkirinê bidin û yekîtî û têkoşîna xwe bikin yek. Pêwîste tifaqek ku yekîtiya gelê kurd esas bigire bê avakirin. Tifaqên hilbijartinê hatin avakirin. Lê divê ev tifaqên me mayînde bibin. Tifaq û yekîtiya esas ku bê avakirin ji bo siberoja gelê kurd e. Ya girîng ev e. Ji bo vê yekê wezîfe û berpirsiyarên girîng dikevin ser milê her yekê ji me. Di pêvajoyek wiha de pêkanîna yekîtiyê deynê stûyê me ye.” 
 
‘ME DÎT KU OCALAN ÇIQAS MAFDAR E’ 
 
Buldan bal kişand ser rol û hewldanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo aramî, aştî, demokrasî û çareseriya Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn û got: “Ji bo demokratîkkirina Tirkiyê Peymana Dombahçeyê gelek girîng bû. Lê AKP’ê pihîna xwe lêxist û peymanê tune hesiband. Sedemê alozî û krîzên li Tirkiyê niha diqewimin jî ev yek e. Birêz Ocalan ji serê ewilî ve dibêje ku ji bo çareseriyê amade ye. Perspektîfên girîng ên birêz Ocalan ji bo aştiyê, demokrasiyê, siberoja gelên Tirkiyê û Sûriyê û siberoja gelê kurd hebûn û hene. Gotibû ‘Ez di van şertan de ji bo dijminahiya kurd û tirk pêk neyê û aramiya Rojhilata Navîn amade me.’ Hişyariyek wiha dabû. Lê asta em niha gihîştinê em dibînin çiqas ku birêz Ocalan mafdar e û israra wê polîtîkaya aştiyê çiqas mafdar e. Heke bi kurdan re rûniştina û dest bi muzakereyan bikirina dê niha vê rewşa heyî û aloziyên diqewmin çênebûna. Birêz Ocalan ji bo çareseriyê hêj di heman nokteyê de ye. Divê Tirkiye ji vê yekê fêm bike û tecrîdê rake û hevdîtin birêkûpêk bên kirin. Lazime guh bidin nêrîn û fikrên Ocalan yên dê vê rewşa aloz û krîzê ji holê rake.” 
 
MA/Arjîn Dîlek Oncel- Fethî Balaman