Temellî Şaredariya Îdirê ziyaret kir

img
ÎDIR - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî Şaredariya Îdirê ziyaret kir.
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, piştî ku 2'emîn Kongreya Awarte ya Rêxistina Bajar a HDP'ê ya Qersê li dar xist, bi parlamenterên partiya xwe Mûrat Sarisaç, Şevîn Coşkûn, Saît Dede, Mensûr Işik û Mahmût Celadet Gaydali re hat Îdirê û Şaredariya Îdirê ziyaret kir. Şandeya HDP'ê hevşaredarên Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş pêşwazî kirin. Temellî li şaredariyê bi hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê re hat gel hev û têkildarî rewşa şaredariyê agahiyan wergirt. Piştî ziyareta şaredariyê Temelî û heyeta pê re ji bajar veqetiyan.