Ji Kalin aciziya 'Bagdadî'!

img

ENQERE - Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, aciziya wan a ji ber paya YPG'ê ya di operasyona kuştina Lîderê DAIŞ'ê Ebûbekîr Bagdadî de anî ziman

 
Hêzên kurd bi piştgiriya xwe ya îstixbaratî di kuştina Lîderê DAIŞ'ê Ebûbekîr Bagdadî de cihekî girîng girt. Serokê Amerîkayê Donald Trûmp vê giringiya kurdan a di operasyonê de bi vê gotinê "kurdên Sûriyeyê" anî ziman û ji ber piştgiriyê sipasiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir. Ev yek Tirkiyeyê aciz kir. Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, têkildarî kuştina Bagdadî daxuyaniyek da û aciziya wan a ji ber paya YPG'ê ya di kuştinê de anî ziman. 
 
Kalin, diyar kir ku ew welatekî ku li dijî DAIŞ'ê têkoşiyane û wiha got: "Me bi hezaran DAIŞ'iyan li sînor da rawestandin û darizand. Dersînor kir û şand welatên ku jê hatibûn, bi xurtbûna vê rêxistine re me têkoşîneke micid da. Ev rêxistin belayek e, penceşêr e ku ketiye xwîna gelek misilmanan. Ji holê rakirina vê bîrdoziya sexte, mijareke ku Tirkiye jî piştgirî dayê." Kalin di berdewamê de jî destnîşan kir ku kuştina Bagdadî destkeftiyeke girîng e û ev tişt anî ziman: "Pêşveçûneke ku biryardariya têkoşîna li dijî terorê nîşan dide. Lê hewldaneke derxistina krediyê ya ji YPG'ê re û paye dan wan a di vê operasyonê de heye. Em vê yekê dibînin. Divê li dijî vana herkes baldartir be."
 
SERDANA BARZANÎ
 
Kalin agahiyên têkildarî rola Tirkiyeyê ya di operasyonê de ku rayedaran diyar kiribû dubare û têkildarî serdana Serokwezîre Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê de jî ev agahî dan: "Ziyaret tê plankirin. Niha têkildarî hevdîtinê nikarim piştrastkirinê bidim. Di rastiyê de gelek beriya niha hatibû plankirin. Têkildarî geşedana dawîn nîne."