Latîf Epozdemîr bû serokê HAK-PAR'ê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - HAK-PAR'ê kongreya xwe ya mezin li dar xist û ji bo serokatiya giştî Latîf Epozdemîr hat hilbijartin. 
 
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) 8'emîn Kongreya xwe ya Mezin a asayi li dar xist û serokê xwe yê giştî diyar kir. Di kongreya ku duh li Enqereyê li Otela Demontî hat lidarxistin de bi dengê delegeyan ji bo serokatiya giştî Latîf Epozdemîr hat hilbijartin.