Maçîn: Tenê rêyek li pêşiya kurdan heye ew jî yekîtî ye

img

AMED – Parlamenterê HDP’ê Nusrettîn Maçîn diyar kir ku piştî kuştina Bagdadî dê pêwendiyên Tirkiyê û DAIŞ’ê bi belgeyan derkevin holê û tekane rêya li pêşiya kurdan ku 100 sal in ji bo azadiyê têdikoşin “yekîtî” ye. 

 
Piştî êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojava di nava sazî û partiyên siyasî yên kurd de rê li ber nîqaşa “yekîtiya neteweyî” vekir. Li her cihê kurd lê dijîn yekîtiya kurdan kirine rojeva xwe ya sereke û bi çalakiyên cuda balê dikişînin ser vê yekê û didin diyar kirin ku tekane rêya azadî û rizgariya kurdan a ji êrîşan di “yekîtiya neteweyî” de derbas dibe. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn balê kişand ser yekîtiya kurdan. Maçîn diyar kir ku tenê armancek Tirkiyê li Rojava heye ku destkeftiyên kurdan bune bike û tekane rêya li pêşiya kurdan jî yekîtî ye. 
 
‘WEZÎFEYA ME YA DÎROKÎ YEKÎTIYA KURDAN E’ 
 
Maçîn da zanîn ku ji bo Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Rojava meşru bike planên cûr bi cûr xistiye dewrê û wiha got: “Li Rojhilata Navîn şerek tê meşandin. Li Tirkiyê jî plan û projeyên rejîma AKP û MHP’ê jî li ser kurd û Kurdistanê birêve dibin. Amerîka û Rûsya jî li Rojhilata Navîn di nava hewldanên serweriyê de ne û polîtîkaya xwe li ser enerjî, petrol û aboriyê birêve dibin. ‘Artêşa Milî ya Sûriyê’ ku ji komên selefî pêk tê li Riha û navçeyên wê cirîtan diavêjin. Ji bo vê yekê jî vê pêvajoyê wezîfeyek dîrokî danî pêşiya me. Ev jî yekîtiya kurdan e. Li çar parçeyan hestên kurdan yek in. Li Dîasporayê jî yek e. Divê di siyasetê de jî hestên xwe bikin yek.” 
 
'WÊ PÊWENDIYA WAN DERKEVE HOLÊ’ 
 
Maçîn diyar kir ku hêzên emperyal ên di 1920’an de kurdan bêstatû hiştin niha jî di dewrê de ne û wiha got: “Sed sal in kurd ji bo azadiya xwe têkoşînek mezin didin. Li Rojava û Başûrê Kurdistanê 20 hezar kur dli dijî DAIŞ’ê di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Di operasyonek hevbeş a QSD’ê û Amerîkayê de lîderê DAIŞ’ê Ebûbekîr el Bagdadî li herêma di bin kontrola Tirkiyê de hat kuştin. Pirsa bi rastî jî haya îstîxbarata Tirkiyê jê tune bû anî bîra mirovan. Di demên pêşiya me de dê pêwendiya Tirkiyê û cîhadîstan bi belgeyan derkeve holê.” 
 
‘PÊWÎSTE BERJWENDIYÊN NETEWEYÎ BIFIKIRIN’ 
 
Maçîn destnîşan kir ku divê li dijî êrîşên Tirkiyê kurd hemû li tavilê werin gel hev û ji bo siberojê plansaziya xwe bikin û wiha got: “Ji ber ku Tirkiye ji kurdan tirsiya ket nava hewldanên herêma ewle. Halbûkî Tirkiye her tim bi cîhadîstan re di nava pêwendiyê de ye. Em dizanin ku ew kemberek ereb a dirêj û fireh kirine armanca xwe. Planên wan ên guhertina demografiya Rojava li holê ye. Berê di navbera her du sînoran de dîwar hebû. Lê niha jî dixwazin di bin navê herêma ewle de kembera ereb bixin dewrê. Tirkiye wê bi ser nekeve. Tenê plansaziyek Tirkiyê heye we jî li dijî kurdan e. Ya esas jî ew e dê kurd ji bo xwe çi bikin? Divê kurd div ê qonaxa dîrokî de berjewendiyên xwe yên grûbî deynin aliyekî, berjwendiyên neteweyî bifikirin û hemû rêxistinan bînin ba hev. Kongreyek neteweyî dibe. Dîplomasiyek xurt a kurdan heye. Divê bi vê dîplomasî re xebatên yekîtiyê jî paralel bên birêvebirin. Ji bo ev pêvajo hin bêtir bil ez bibe jî lazime demildest li Bakur û Başûr civîn bên lidarxistin û ji bo yekîtiya kurdan hewldanên pêwîst bên kirin.”