Erdogan: Ne komkujî ye, tehcîr e

img
ENQERE - Meclîsa Nûnertiyê ya DYA biryar girt ku Tirkiye li hemberî Ermeniyan komkujî kiriye û û li ser Tirkiyeyê biryara danekirinan da. Serokomar Tayyip Erdogan biryara Meclisa Nunertiyê ya DYA rexne kir û wiha xwe parast: "Tu qîmetê vê yekê tune ye. Yên vê tehcirê wekî komkujî pênase dikin, ji xwe re li sucdaran digerin."  
 
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan, di koma AKP'ê ya meclîsê de axivî. Erdogan diyar kir ku hewce be wê çeperê operasyonê firehtir bike û biryara Meclîsa Nûneran a DYA'yê rexne kir. Erdogan li dijî biryama Meclîsa Nûneran a DYA'ê ya "Komkujiya Ermeniyan pêk hatiye" û "Divê li ser Tirkiyeyyê danekirin pêk bên" bertekên xwe anî ziman. 
 
PLANÊN ME YÊN B û C HENE 
 
Erdogan, anî ziman ku  di Civîna Giştî ya NY'ê de plana xwe ya derd barê Bakurû Sûriyeyê de ji nêzî 20 Serokê dewletan re parve kiriye û wiha got: "Hemû rêberên ku min plan bi wan re parve kirin erênî lê nerin. Planên me yên B û C  jî hene. Ger ku dema wê bê em ê wê jî têxin meriyetê."  Erdogan Komkujiya Ermeniyan red kir û wekî techcîr pênase kir û got: "Meclisa Nûneran a DYA biryara Komkujiya Ermeniyan girtiye. Ji bo me tu qîmeta wê tune ye. Ev ne Komkujî ye, tehcîr e." 
 
" Erdogan parast ku di nava 120 saetên navber de êrîşên li dijî wan berdewam kirine û got: "Ger ku êrîşên ji dervî vê qatê bên em dê dîsa bersîvê bidin. Ger ku rêxistinê dernexin dervê sinorê 30 km û êrîş bidomin, em ê dîsa dest bi êrîşan bikin."