Kubilay: Astengiya herî mezin a li pêş çareseriya Sûriye Tirkiye ye

img

STENBOL - Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, di civîna HDP'ê ya Stenbolê de diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêş çareseriya demokratîk a Sûriyeyê Tirkiye ye û wiha got: "Bagdadî li Îdlibê ya ku baragehên eskerî yên Tirkiyeyê lêye hat kuştin. Ev nîşan dike ku îktîdara Tirkiyeyê çeteyên hov ên DAIŞ'ê diparêze. " 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubilay, li rêxistina HDP'ê ya Stenbolê têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Kubîlay, bal kişand ser binçavkirinên li Wanê û wiha got: "Di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girt û zêdeyî 15 jin hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de Hevşedara Seravê ya Wanê Caziye Duman jî heye. AKP hemû kesên dengê xwe bilind dike, dike hedef. Darbeya qeyûm di heman demê de li dijî vîna jina azad e. Ji xwe wan bi xwe jî got Hevserokatî kirine hedef. Serê sibê dîsa bi îdîaya dê çalakî bê li dar xistin avahiya Şaredariya Rêya Armûşê dorpêç kirine. Hemû şaredariyên ku vîna gelê Kurt xuya dide tev di bin dorpêçê de ne. Em vê hişmendiya qeyûm red dikin. "
 
Kubîlay, anî ziman ku îro 1'ê Mijdarê Roja Kobanî ya Cîhanê ye û wiha axivî. "Gelê Kobanê di meha mijdarê de li dijî DAIŞ'ê bexwedanek mezin nîşan da. Rewşenbir û nvîskarên navdar Noam Chomsky û Adolfo Perez Esquievel yê ji Arjantinê û Xelata Aştiyê ya Nobelê stendiye, di sala 2014'an de 1'ê mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kirin. Gelê Kobanê hem ji bo Kobanê û hem jî ji bo hemû cîhanê berxwedanek bêhempa nîşan da. Lê îktîdara AKP-MHP'ê hêj bi dijminantî li vê yekê dinere. Yên xwestin bi DAIŞ'ê re Kobanê hilweşînin, îro dîsa bi DAIŞ û El Kaide re êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. 
 
'BI DESTÊ DAÎŞÊ KOBANÎ DAGIR NEKIR NIHA DIXWAZE KOBANÊ DAGIR BIKE'
 
Kûbîlay, gotina Erdogan a 'Divê Kobanê têkeve bin kontorla me" jî rexne kir û wiha got: "DAIŞ'ê wê rojê nekarîbu Kobanê têxe kontrola xwe, îro ew dixwazin Kobanê têxin kontrola xwe. Tişta DAIŞ'ê nekir ew dixwaze bike. Berxwedana Kobanê di nava gelê cîhanê yên bindest de şopên kûr hişt. Kobanê cihê ku çeteyên DAIŞ'ê yên hov, tacîzkar, tecawizkar û talanker ku cîhanê digot nayên rawestandin, lê hatin rawestandin e. Bi Kobanê hevî ji nûve geş bûn. Berxwedan dîsa rabû ser piyan. Kobanê, mifteya deriyê ku vedibe Şoreşa Rojava ye. Sembola Şoreşa Jinê ya rê nîşanî hemû jinên Rojhilata Navîn dide ye. Sibê 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê ye. Tevî hemû înkar û reşkirinên îktîdara AKP-MHP'ê, Rojava cihê ku Kurd, Suryanî, Ereb, Turkmen, Çerkes û Ermenî bi reng, rû, bawerî û çanda xwe bi hevre di nava hev de azad dijîn e. Dibistana Demokrasiyê ye."  
 
'AKP, DAIŞ'Ê HEMBÊZ DIKE' 
 
Kubilay, anî ziman ku piştî Bagdatî hat kuştin, cihê lê hat kuştin gelek heqîqet ronî kir û wiha lê zêde kir: "Medya AKP'ê ku her dem tiştekî di lehê AKP'ê de be mezin dike, qet li ser kuştina Rêberê DAIŞ'ê ranewestiya. Wekî nûçeyek bi qîmet jî nêzîk nebû. Erdogan diçe û tê qala "Herêma Ewle dike" Bi vê yekê derket holê ku dixwaze ji bo kê "Herêma Ewle" ava bike. Rêberê DAIŞ'ê Bagdadî li herêma Nokteyên çavdêriyê Tirkiyeyê ku 5 kilometre di sînorê Tirkiyeyê de ye hat kuştin. Me dît ku Bagdadî li Gundê Başira yê 5 kîlometre di sînorê Tirkiyeyê de pir ewle dijî. Piştî derket holê ku Bagdadî li herêma ku baragehên Tirkiye lê ye, dijî; derket holê ku hikûmet çawa DAIŞ'a barbar hembêz dike. Ev belgeya herî mezin û şênber e. Îktîdara AKP-MHP'ê li ser sûc hatiye girtin. 
 
Dîsa berdevkê DAIŞ'ê li Cerablusê ku di kontrola Tirkiyeyê de hat girtin. Ev nîşan dide ku îktîdara AKP-MHP'ê DAIŞ û komên girêdayî wê diparêze û hembêz dike. Îktîdara ku polîtikayên xwe li ser dijminantiya Sûriye û Kurdan ava dike, her dem Kurdên li Rojava ji bo xwe wekî tehdît dibîne. Lê DAIŞ'a ku li ser sînor tev digere ji bo xwe tehdît nabîne. Ev yek aşkere bûye." 
 
Kubilay, polîtdîkayên CHP'ê jî rexne kir û anî ziman ku ev yek nabe çareseri û wiha got: "Cîna avakirina Makeqanûna Sûriyeyê li Cenevre duh dest pê kir. 150 endamên komîsyonê hene. Ev gavek erênî ye. lê Helwesta AKP'ê ya dijminantiya Kurdan Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Gelê Rojava di komîteya Makeqanûna Sûriyeyê de cihê xwe negirtin. Ev şaşiyek dîrokî ye. Em wekî HDP'ê dixwazin Neteweyên Yekbûyî dawî li vê şaşiya dîrokî bînin. Em dixwazin di serî de Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê komîteyê de cihê xwe bigirin û vîna wan esas bê girtin. Em dixwazin Make Qanûna demokratîk bê avakirin."