Kongreya HDP'ê bi dirûşmeya 'Bijî Berxwedana Rojava' dest pê kir

img

STENBOL - 3'emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava" dest pê kir. 

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, bi şîyara "Em bi hêvî û wêrekiyê xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya Kuçukçekmeceyê li dar xist. Kongreyê bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava" dest pê kir. Beriya kongre dest pê bike, hemû rêyên diçin salonê ji aliyê polîsan ve bi TOMA û maşîneyên zirxî ve hatin girtin. Polîsan li dora salonê bariyer danîn û salon dorpêç kir. Hemû kesên derbasî salonê bûn yek bi yek di lêgerîna polîsan re derbas bûn û ketin salonê. Lê tevî dorpêç û konteyên kontolê salon tijî bû. Di ketina salone de pankarta bi zimanê Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî), Ermenî, Erebî, Farisi, û Tirki "Hûn bi Xêr Hatin" nivîsî Dîsa li salonê pankarta “Aştî, Ked, Demokrasî û Edalet" nivîsî bûn daliqandin. Salon bi alên HDP'ê hat xemilandin. Di ekranê de pêkanînên îktîdarê yên li ser HDP'ê û têkoşîna HDP'ê hat nîşandan.
 
GELEK SAZÎ Û RÊXISTIN TEV LI KONGREYÊ BÛN 
 
Li salona Kongreyê Hevserokên Gişti yên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervin Buldan, Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliçkoçyîgît û Sedat Şenoglu, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP) Erkan Baş, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Bindestan (ESP) Şahin Tumuklu û Ozlem Gumuştaş, Nûnerên EMEP, Mala Gelan, Mevlîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), TUHAY-DER, ANYAKAY-DER, ÎHD, Hewldana 78'an û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn. 
 
CIWANAN LI SALONÊ DIRÛŞMEYÊN ROJAVA BERZ KIRIN
 
Li salonê bi hezaran kes amade bûn. Beşdar bi cilên herêmî tev li kongreyê bûn. Gelek malbat tevî zarokên xwe beşdarî kongreyê bûn. Ciwanan bê navber siloganên ku piştgiriyê didin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û dirûşmeyên “Kurdistan dê ji faşizmê re bibe goristan" û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Piştî strana “Şervano” li salonê alon da, bi hezaran kesan bi çepik û tilîlîyan dirûşmeya “Biji berxwedana Rojava” berz kir. 
 
Beriya kongre dest pê bike hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) derketin ser dikê. Kongre bi stran û axaftinan didome.