Buldan: Li vî welatî tu Kurd be hiqûq ji tere tune
Temellî: Divê tecrîd bê şikandin û Tirkiye azad bibe

img
STENBOL - 3'emîn Kongreya HDP'ê ya Stenbolê bi axaftinan berdewam dike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, polîtîkayên îktidarê yên li ser HDP'ê û gelê Kurd rexne kir û wiha got: "Li vî welatî ger ku tu Kurd be hiqûq ji tere tune. Mînaka vê yekê jî girtina parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan e. Dadgeh berdide, lê ji ber Kurd û HDP'î ye dozger îtiraz dike û nayê berdan." 
 
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, bi şîyara "Em bi hêvî û wêrekiyê xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya Kuçukçekmeceyê berdewam dike. Kongreyê bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava", di bin dorpêça polîsan de dest pê kir. Piştî rêzgirtinê û stranên koma NÇM'ê axaftin hatin kirin. 
 
Hevseroka  Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, polîtîkayên înkara li ser Kurdan rexne kir û wiha got: "Li vî welatî tu Kurt be hiquq ji tere tune. Mînaka vê yekê 2 roj berê pêk hat. Abdullah Zeydan mînaka vê yekê ye. Ji ber ku Kurd e û HDP'î ye nehat berdan. Dadgehê berda, lê dozger îtîraz kir û nehat berdan. Hevrêyê wê Fîgen Yuksekdag, Sabahat Tuncel û Gultan Kişanak e. Ez carek din hişyar dikim, cudakariyek wisa nekin. Ger ku hûn cudakariyê bikin tenê Kurdek jî bimîne wê destê we negire û red bike. Ji ber vê yekê îro roja yekîtiyê ye. Em di rojên pir dijwar re derbas dibin. Bi taybetî jin divê bêtir yekîtiya xwe û piştevaniya xwe xurt bikin. Cîhanek ku jin azad nebe azadî pêk nayê. Heta jin azad nebe tu kes azad nabe. Jin temînata edalet, azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Tenê têkoşîna jinan dikare Tirkiyeyê rizgar bike. Dawiya dawî jin dê vî welatî bi rêve bibin.  Em dê bi hevre bi ser bikevin. Em dê bi hevre qezenç bikin. An serkeftin an serkeftin. An aştî an aştî."  
 
TEMELLÎ: TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ PÊL BI PÊL LI TIRKEYÊ BELAV DIBE
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî polîtîkayên bloka AKP-MHP'ê bi tundî rexne kir û wiha got: "Têkoşîna Sakîne û Mazluman berdewam dike. Em li dijî faşîzmê têkoşîna xwe berdewam dikin. Dîsa ji bo Komara Demokratîk a Tirkiye em muzakereyên xwe berdewam dikin. Em têkoşîna demokratîk a radîkal, li dijî faşîzmê mil didin hev û dêtikoşin. Ji ber vê yekê, yê ku em anîn cem hev û rê li pêş vê têkoşînê kir hezar silav. Hezar silav ji Îmraliyê re, hezar silav ji Birêz Ocalan re. 
 
BAKÛRÊ SÛRIYEYÊ KOORÎDORA YEKÎTIYA GELAN E' 
 
Niha Rejîma Bloka AKP-MHP'ê heye. Bi her awayî polîtîkayên şer berdewam dikin û dijminantiya gelê Kurd dikin. Tişta ku li Sûryeyê kir berdewamiya vê yekê ye. Em carek din 5 sal paşve çûn. 5 sal berê li Kobanê berxwedanek hebû. Wan wê rojê bingeha demokrasiyê ava kir, Kurd, Tirk, Ereb, Suryanî, Ermenî bi hevre jiyan. Lê yên ku gotin "Kobanê ket wê bikeve" dest bi dijminantiyê kirin. Çi dibêijn "Li Bakurê Sûriyeyê korîdora terorê heye" Em jî dibêjin na, li Bakurê Sûriyeyê korîdora aştiyê, jiyana hevre, koridora demokrasiyê heye. Divê em hurmetê ji reveberiya wan a demokratîk re nîşan bidin. 
 
ÎKTÎDAR XWE BI ŞER XWEDÎ DIKE
 
Em carek din bang li raya giştî ya navneteweyi dikin. Ji bo destûra demokratîk gavan bavêjin. Li Sûriye çiqas şer gûr bibe, li Tirkiyeyê tundî ew qas zêde dibe. Ji ber ku ev îktîdar tenê ji şer xwe xwedî dike. Şer û înkara kurd dike sedema hebûa xwe.  Îro xizanî di asta herî jêr de ye. Îro ji sedî 70'ê kesên teqawît nikarin debara xwe bikin. Ciwan bêkar in. Betalî di asta  herî jor de ye. Sedema betaliyê şer e. Ev butçe butçeya şer û qesrê ye. Ji ber çavkanî li rantê û şer tê xerçkirin îro krîz heye. 
 
EM LI DIJÎ QEYÛM BÊDENG BIMÎNIN DÊ SIBÊ LI DERIYÊ ME JÎ BIXE
 
Divê em li hemberî qeyûm bêdeng nemînin. Divê hemû hevalên me li karê xwe vegerin. Divê em li hemberî qeyûm bêdeng nemînin. Ger ku em li hemberî qeyûm bêdeng bimînin, qeyûm dê sibê bê li deriyê me jî bidin. Dê sibê qeyûm tayînî Pira stenbolê jî bikin. Em tu carî ne poşman in. Em ji bo têkoşîna Komara demokratîk nabin. Îro kesên ji teskereyê re gotin Erê divê poşman bibin. Yên Kurdan cuda dikin û cuda li Stenbolê dinerin û cuda li Amedê dinerin divê poşman bibin. Yên vedigergin bila vegerin. Em venagerin. 
 
DIVÊ TERCÎD BÊ KIŞANDIN Û TIRKIYE AZAD BIBE
 
Bê hiqûqî û bê edaletî di asta herî jor de ye. 5 sal berê me got ev Tecrîd dê pêl bi pêl belav bibe. Niha wisa dibe. Me got tecrîdê bidawî bikin, lê tecrîdê berdewam kir. Her ku li hemberî tecrîdê bêdeng man, tecrîd pêl bi pêl li Tirkiyeyê belav bû. Ji ber vê yekê em dibêjin divê ev tecrîd bê şikandin û Tirkiye azad bibe.