Soylû: Em ê DAIŞ'iyan bişînin welatên wan

img
ENQERE - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, diyar kir DAIŞ'iyên di destê wan de ji welatîbûna welatên xwe hatibin derxistin jî nehatibin derxistin jî dê wan bişînin welatên wan. 
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, di vekirina koma 2'emîn a Qursa Gihandina Perwerdekar a Navendên Polisan de axivî û careke din balê kişand ser endamên DAIŞ'ê yên di destê Tirkiyeyê de. Soylû dubare diyar kir ku dê DAIŞ'iyan bişînin welatên wan û ev tişt got: "Li girtîgehên Tirkiyeyê nêzî hezar û 200 endamên DAIŞ'ê hene. Niha yên di destê me de ne elbet em ê wan bişînin. Lê niha rêbazeke din dîtine û dibêjin me wan ji welatîbûnê derxistine. Piştî daxuyaniya me ya duh, niha jî dibêjin bila li cihê ku sûc kirine bên darizandin. Bila qet xema nexwin; dixwazin wan ji welatibûnê derxistibin dernexistibin em ê wan bişînin welatên wan. "
 
Beriya du rojan ji ber ku Soylû daxuyaniyeke bi heman rengî dabû, wezaretên karên derve û hundir ên Îngilistan û Belçîkayê bertek nîşanî Soylû dabûn û diyar kiribûn ku divê endamên DAIŞ'ê li cihê ku sûc lê kirine bên darizandin.